Sedema hevnegirtina rêjeyên statîstikan – Bijîşk SERHED SONMEZ

Ji ber leza belavbûna nexweşiya Covid-19’ê, ku ji vîrusa Sars-CoV-2 (vîrusa koronaya nû) çê dibe, pêde pêde tevahiya cihanê diricife. Her ku tevdîrên ji bo kêmkirina leza belavbûnê roj bi roj zêdetir dibin, dîsa jî hejmara nexweş û miriyan pirr zêde dibe.

Di vê yekê de bi taybetî cudahiya rêjeya kesên ji ber vîrusê dimirin (mortality rate) bala xelkê dikişîne. Serê pêşî, welatên weke Îtalya (9,9%) û Spanya (7,1%) ku wek welatên lê herî zêde kes lê ji ber vîrusê mirine, bûne navenda pandemiyê. Di heman demê de li ber çavan e ku rêjeya mirinê li Elmanyayê (0,4%) an jî li Koreya Başûr (1,3%) gelekî ji reqemên dîtir, kêmtir e.

Çelexwariya statîstîkî

Herçend Îtalya û Spanya qedexeyên dijwartir ên derketina derve ji bo pêşîgirtina li belavbûna Sars-CoV-2 pêk tînin, statîstîkên di pratîkê de kirî nişana têrênekirina tevdîran e. Lê nihêrîneke nêzîktir, eşkere nîşanî me dide ku reqemên ji Îtalya û Spanyayê nabe ku bibin nimûne.

Pirraniya testên Sars-CoV-2ê li navendên vegirtina vîrusê – ji bo mînak li Îtalyayê li Lombardiya û li heremên derûdora wê û li Spanyayê jî li Madrîd û li dorberî wê – hatine pêkanîn û ji ber kêmkapasîteya amûrên testan, hema hema bi tenê nexweşên giran yên gumana bi Covid-19 ketine li ser wan heye, tên testkirin; ji ber wê rêjeyên mirina ji ber nexweşiyê li herdu welatan zêde bilind in.

Li aliyê din li Elmanyayê yan jî li Koreya Başûr, pîvanên ji bo testkirina ji ber vîrusa Sars-CoV-2’yê ewqasî fireh in ku pirraniya kesên testkirî bêsemptom in û nişanên nexweşiyê li wan xuya nakin. Wateya vê çelexwariya statîstîkî ew e ku rêjeya hejmara miriyên ji Îtalya yan jî Spanyayê nepixandî ye.

Her wiha bi saya testên berfireh, şexsên vîruspozîtif ji tehlûkeya xwe ya belavkirina vîrusê zûtir haydar dibin û dikarin xwe bi mebesteke zexmtir ji civakê dûr bixînin. Ji bo vê yekê Saziya Tendiristiyê ya Cihanê (WHO) ji bo demeke dirêj zêdekirina kapasîteya testkirinê pêşniyaz dike.