Şehîdekî PJAK’ê li Kunemasiyê

PJAK’ê nasnameya endamê xwe yê li Kunemasî di êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûyî eşkere kir. PJAK’ê da zanîn ku nasnameya Kurdê azad dibe hedef û ji bo rakirina xeta xiyanetê, partiyên Başûrê Kurdistanê divê bikevin nava hewldanan.
Di daxuyaniya PJAK’ê de weha tê gotin:
”Gerîlayên serdema sedsala 21’an, nîşana serkeftin û tinekirina dagirkeran e. Lê destê xiyanet, xwefiroş û nemerdane alîkariya dijminan dike. Dijî vê konseptê, pêwîstiya helwestek lezgîn û bi bandor ya hemû gelê me heye. Bi taybet jî li hemberî xeta xiyanet, xwefiroşî û dagirkeriyê.
Di êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker ya li Kunemasiyê de, hevalê me Rêbwar Qulîzade yê bi nasnav Arîwan Şoreşger yê xelkê bajarê Bokanê şehîd bûye. Em sersaxiyê ji malbat, hemû heval, dost, xelkê bajarê Bokan û hemû gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe ya ser rêbaza heval Arîwan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê de dûbare dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN