Serî tewandin lê rihet nebûn

Dibin navê guherîna destûra bingehîn de, destûra faşîzmê a AKP-MHP li Meclisa Tirkiyê ye. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim roja berê, li Meclisê li ser mijarê axivî. Yildirim bi hevokekê rewş baş û xweş rave kir; Îtîat bikin, Rihet bibin! Ê tecrûbe heye, ma’lûm, hikûmeta AKP ji serî de, ev siyaset şopand. Serî tewand, û xwest rihet bibe. Encam, serî tewand, lê rihet nebû. Li gel vê her kû çû nexweş bû, kirêt bû. Krîza pergalî ya li Tirkiyê her kû çû kûr bû. Ê sebep, ma ne ji ber xwe ve wisa nebû. Vê hikûmeta şer û krîzê, çima wisa kir; yeqîn zanîn, dem hatiye, statûya sed salan a herêmê diguhere. Û gelê sed sale bê statû Kurd dibin xwedî statû. Lîstika mezin hingî dest pê bû, kengî gotinên Kurd û statû hatin gel hev. Hîngî zêriyan, har bûn….Çi gotin, gotin em peymanên berî sedsalan nas nakin, Lozanê qebûl nakin. Gotin, ji Heleb, heya Qahîrê, ji Şam heya Musilê a me ye. Daxwaza vegerîna demên bi ‘îhtîşam’ yên padîşahiyê û xelîfetiyê ev derdor rapêçan. Û çi kir Qesr û qonaxa hezar û 1 derî ava kir Erdoganê ‘yekane’. Vî zatî, bi salan xwe li vî alî, wî alî da…Mîna sibatoka dîn, geh li dijî Moskova, geh li dijî Washingtonê gûr bû, tefiya, tefiya…Lê dinyayê Kurd bilind dibe, stêrka Kurd a li herêmê geş dibe, dît û nas kir. Lewma ne li vî alî, ne jî li wî alî Erdgoan ya dixwest nedît. Vê carê çi kirin, ê weke Yildirim gotî, serî tewandin. Tawîz li ser tawîz dan hêzên navnetewî û herêmî. Van hêzan jî dijminahiya Erdogan a Kurd ji bo wergirtina tawîzan baş bi kar anîn.  Îsraîl, Rûsya, Iraq, Îran, DYA…Ev nexweşiya komara Tirk a dijminahiya Kurd di Edogan de giha zîrveyê, dawî nêz kir. Xulase, Siyaseta Tirk a hundir, têk çû, ya derve tê zanîn, bû rezalet. Dûr û dirêj e mesele, ez serê we neêşînim, lê nexweşiya Kurd a Erdogan, çi pê da kirin ey hewar û eman. Vegotinên tund û tuj yên Erdogan yên gefan li her kesî dixiwin, rojane ji Heleb û Musilê vegeriyan.  Rojek axivî, roja din xwe derewand, ev çerx niha jî wisa dizivire. Ya dawî Mûsil, lûtkeya yê têkçûna siyasî bû. Ji xwe qenaet bi vê siyasetê kêm bûye di qada navnetewî de, belkî ji bo pêl rayê nîjadperestiyê bike, xîtabî girseya xwe ya hundir dike, hewl dide bi van gefên werimandî xwe bihêz nîşan bide…Lê mixabin, ji bilî hêza Medyayê Erdogan di vê mijarê de jî têkçûye. Ne ji niha de, AKP-Erdogan Tirkiye di nava çend salên dawî de, gêj kir, bê siyaset û bê pêşeroj hişt. Hem li hundir hem jî li derve, kûrkirina krîzê û gurkirina şer weke yekane rê da ber civaka Tirkiyê. Ê vê jî bi xwe re krîza aborî ya ji xwe heyî, mezin kir, kûr kir, hat wê astê ku aboriya vî welatî têk çû. Ji xwe em behsa pirsgirêkên civakî yên di bin siya şer de, lê car caran diteqin nakin. Kurt û kurmancî siyasetek têkçûyî, aboriyeke li ber têkçûnê, civakek tijî pirsgirêk…Û AKP-Erdoganek li ber têkçûnê…Gelo Erdogan, dê vê krîzê bi pergala xwe ya ‘nû’, bi hevkariya MHP bikare derbas bike, kes pê nebawer e. AKP-MHP dibin navê guherîna destûra bingehîn de,  qanûna dîktatoriyê anîn meclîsa Tirkiyê. Di rewşeke krîza pir alî de, faşîzmê xwe wiha birêxistin kir. Navê vê ne guherîna destûra bingehîn, çêkirina destûra pergala faşîst e. Ji bo ev were famkirin, ne-camêran bi dengekî bilind dibêjin, ‘Serî bitewînin, rihet bin’. Ev gotina Yildirim, di esil de li Kurdistanê di êrişên hovane de wiha ye, ‘an hûnê serî bidin, an jî hûnê serî bitewînin’. Ev rihetbûn heya doh ji bo Kurdan û hemû derdorên demokratîk serî dayîn bû, ê kesî serî netewand, ew cûda. Yanî gotin ev e, van bi serîtewandinê Tirkiye anîn ber kendalekê. Yeqîn dûr an jî nêzîk dê ev yek pêk were. Daxwaza hegemonîk a AKP-Erdogan jî dê biçe sergoyê dîrokê. Ji ber ceribandinên dişibin daxwaza Erdogan gelek in, eger di dema nêz de bikare tiştina bike jî, demdirêj dahatû têkçûne. Lewma ne rihet e û nexweş e Erdoganê ‘Defakto’ serok.  Hatiye dîtin, Hîtler jî destûra faşîzmê da erêkirin, lê encam têk çû…Ê 12’ê Îlonê, yên ku ev zagonên Erdogan li ser mezin bû, saz kirin, wan jî dawî dît.  Îcar ev dinyaya Erdogan lê dilîze, ne ji Hîtler, ne ji Sedam, ne ji Evren re ma, ma wê ji wî re bimîne! Serî jî bitewîne, xwe li erd û ezman jî bixe, çi dike bila bike, nikare dawiya xwe ya ji zû de eşkere bûye, biguherîne. Qanûnên civakî û exlaqî her tim qanûnên dîktatoran têk birine, îro nebe sibe…