Şewat gihişt gundan

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî zeviyên çandiniyê û gundên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûrî didomîne. Şewat gihîşt gundekî, lewma gundî neçar man malên biterikînin.

Dewleta Tirk 21’ê Gulanê roja Pêncşemê li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê agir berda zeviyên çandiniyê ku çavkaniya bingehîn a xelkê herêmê ye.

Saet di 16:00 de bi topan gundên Xalidiye û Hoşanê yên Eyn Îsayê hatin bombekirin. Di encama topavêtinê de agir bi çandiniya û dexlê xelkê ket, û bi bandora bayê re heta sibeha roja Înê dewam kir.

Şêniyên gundê Hoşanê, ji ber ku şewat gihîşt malên wan neçar man malên xwe biterikînin.

Li gorî jêderên herêmê; çete êrişê dibin ser aboriya herêmê û agir bi dexlan dixin da ku bikaribin derbasî aliyê din ê rêya M4 a stratejîk bibin.

Dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka meha Gulanê ve êrişî çandinî û dexlan dike da  ku çavkaniyeke bingehîn ên debarê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûrî tine bike.

Li gorî daneyên ANF’ê di serî de li Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şêra, Şêrawa û Kobanê ji destpêka meha Gulanê ve li 30 herêman zeviyên çandiniyê yên gundiyan hatin şewitandin. Şewatê bandor li dehan gundan û bi hezaran kesan kir.

Li gorî daneyên Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, par 435 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

NAVENDA NÛÇEYAN