Seydayê Dilbirîn rehmet kir

Helbestvanê Kurd, Seydayê Dilbirîn pêr li bajarê Qamişlo koça dawiyê kir. Seydayê Dilbirîn bi navê xwe yê medenî Ferhan Hisê ev demek bû ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin.

Seydayê Dilbirîn ê 73 salî rehmet kir, sala 1946an de li gundê Çaxir Bazar ji dayik bûye. Wî di saxiya xwe de 3 dîwanên helbestan çap kirin û berhemeke wî ya çapnekirî jî heye.

Seydayê Dilbirîn bi awayê helbesta klasîk dinivîsand û bandora Seydayê Cegerxwîn û Tîrêj lê hebû. Jixwe, Seydayê Tîrêj bixwe navê Dilbirîn lê kiribû.

Bi beşdariya hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên herêma Cizîrê pêr termê Seydayê Dilbirîn li gorîstana Şehîd Beşîr a li taxa Hilêliyê ya Qamişlo bi axê hate spartin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Ebûd Meqso li goristanê got, “Em matmayî û xemgîn in bi xebera wefata hevalê me Seydayê Dilbirîn. Dilbirîn xwedî rol bû di Şoreşa Rojava de.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Hecî Beşîr jî got, “Seydayê Dilbirîn dermanê êşê ye di aliyê nivîsandina helbestan de, her wiha ew bi roleke mezin rabû di Yekitiya Rewşenbîran de.”

Beşîr helbestvanê Kurd Seydayê Dilbirîn wek “aşiqê Kurdistanê, şagirtê dibistana Tîrêj û Cegerxwîn” bi nav kir.

QAMIŞLO