Spîkera 3D

Welatê Çînê di warê elektronîk de li dinyayê bi pêş ketiye. Nexasim di çêkirina robotan û teknîka komputuran de li asteke bilind e.

Çînê vê carê jî berheme balkêş da nasîn. Ew jî spîkerên bi teknolojiya 3D hatine çêkirin. Ango bi mejiyê elektronîk hatine çêkirin.

Her çendî niha xuya ye ku ev pêşkêşvan çêkirî û mekanîk e jî lê dibe ku bi demê re hê bi awayekî profesyonel were amadekirin..

Hingê gelo wê pêdiviya televîzyonan bi spîkeran nemîne. Em wê jî nizanin. Teknolojiya em qala wê dikin, ji fîlmên zarokan ta her cûreyên anîmasyonê, ji robotan ta bi dekorên televizyonan di gelek waran de tê bikaranîn.

Li bin vî karî îmzeya Ajansa Şînhua û şîrketa teknolojiyê Sogouʼyê hene. Ev pêşkêşvan xwedî taybetmendiya aqilekî çêkirî ye û dikare ji her alî ve teqlîda pêşkêşvanên nûçeyan ên zindî bike.

Ji bo ku karibe nûçeyan birêk û pêk bixwîne û pêşkêş jî bike sîstemên mîna anîmasyon, transfer û hereketên rûyê mirovan lê hatiye barkirin..

NAVENDA NÛÇEYAN