Stratejiya HDP’ê serkeftina demokrasiyê ye

Ev demek e hemû derdorên siyasî helwesta HDP’ê dinirxînin û niqaş dikin. HDP bi hemleyekî stratejik careke din lîstika hemû derdoran xirab kir.

Piştrê hilbijartina 7’ê Hezîranê hikûmeta AKPê bi rik û hêrsekî mezin, ji ber serketina demokrasiyê HDP berpirsiyar girt û êrişê HDP’ê kir. Armanca AKP’ê ew bû ku di demekî kurt de, HDP’ê û dînamikên demokratîk têk bibe. Ji bo vê armancê jî hemû rêbazên şerên taybet xiste dewreyê, ji desteserkirina şarederiya heya darbeya li hemberî parlamenterên Kurd her celeb êriş pêkanî. Lê niha cardin derkete holê ku HDP wekî hêzekî sereke li ser piya ye û bi hebûna xwe bandorek diyarker li ser siyaseta Tirkiyeyê dike. Lewma neçar in ku bê HDP’iyan be jî hêza HDP’ê niqaş bikin.

Ji ber ku têkiliya HDP û demokrasiyê têkiliyek ji texmînan neziktir û mezintir e. Heya ku dînamîkên demokratîk hebin dê HDP wekî hêzekî sereke hebûna xwe bidomîne. Heya ku HDP hebe dê demokrasî li vê welatê bijî. Ev têkilî têkiliyeke bi vî rengî ye.

Di vê warê de mirov dikare bêje heya ku ev têkilî neyê fêmkirin stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê jî nayê fêmkirin. Stratejiya HDP’ê teqez li ser serkeftin û serkeftinê ye. Ev serkeftin serkeftina gel e, serkeftina demokrasiyê ye. HDP di vî warî de neçar e ku rola xwe ya pêşengiya demokrasiyê bilize, bi cîh bîne. Ji bo ku têkçûna qeyûman mayinde bibe divê li Rojavayê Tirkiyeyê demokrasî bi pêş bikeve. Lewma divê kes helwesta HDP’ê wekî piştgirîdayîna filan partiyê, bêvan derdorê bi nav neke. Ev piştgiriya demokrasiyê ye. Derdê HDP’ê serkeftin an jî têkçûna tû partiyan nîne. Derdê HDP’ê bêgûman serdestiya demokrasiyê ye. Di vê warê de helwesta HDP’ê, partiyên din ên muxalîf jî diguherîne. Hin namzetên demokratîk ku li Rojavayê Tirkiyeyê ji aliyê partiyên muxalîf ve hatine nîşandan serkeftina HDP’ê ye.

Di vî warî de rexneyên ku li hemberî partiyên muxalîf ên wekî CHP’ê tên kirin watedar in, di cîh de ne. Tevgera Kurd ji destpêkê heya roja îro rol û misyona siyaseta Kemalîst ya derbarê pirgsirêka Kurd de wekî rastiyek dîrokî diyar kir û anî ziman. Helwesta HDP’ê nayê wateya parastina tu partiyên pergalê. Têkiliya ku di çarçoveya vê stratejiyê de têkiliyek demkî ye. Niha herkes ji ber vê hêza faşîst ya AKP-MHP’ê bêzar e û lewma her partiyek siyasî ya mûxalîf divê vê yekê ji xwe re bike mesele.

Ev mesele jî ji bo partiyek wekî HDP’ê meseleyek sereke ye. HDP nikare bêje pirsgirêka demokrasiyê min eleqeder nake. Ger ku demokrasî hebûya, parlamenterên me nedihatin girtin, evqas însanê me îro di girtîgehan de nedibûn, şarederiyên me nedihatin desteserkirin, bajarên Kurdan nedihatin wêrankirin. Parastina nirxên gelê me jî girêdayê serkeftina demokrasiyê ye.

Niha her derdor vê rola HDP’ê kêm-zêde dizane. AKP dema ku bixwaze peyama demokratikbûnê bide civakê xwe bi HDP û tevgera Kurd re di nav têkiliyê de nîşan dide. Mesela di demên dawî de mina ku têkiliya wan bi HDP’ê re hebe nişan didin. Çima? Ji ber ku dixwazin hêviya demokrasiyê bidin civakê. Dizanin ku vê yekê jî tenê dikarin bi riya HDP’ê bidin. Têkiliya bi birêz Ocalan re bidin. Di heman demê de CHP û HDPê jî linç dikin. Çima? Dizanin ku hêza bi HDP’ê re di nav têkiliyê de dê biguhire, demokrat bibe û dê bi vê yekê jî demokrasî bi pêş bikeve. Lewma ji vê yekê evqas ditirsin. Lê bila bitirsin. Dema wan a têkçûnê hatiye û dê çûyîna wan ji destê siyaseta demokratîk be. Dê di nav demekî Kurd de bê dîtin ku Tirkiye bi saya serê vê stratejiya HDP’ê ji vê faşizmê rizgar bibe. Dê demokrasî bi ser bikeve.