Tabloya Leylayê û sempozyuma şêwekariyê

DÎCLE EHMED / ANHA / KOBANÊ

Sempozyuma Şêwekariyê li bajarê Kobanê pêk tê û wê heta 16´ê Gulanê dewam bike. Şêwekar Mihemed Şehîn ê ji Kobanê jî yek ji beşdarên sempozyûmê ye. Di vê sempozyûma bi slogana “Vîna welatê zeytûnê ji terora we xurttir e” de ji bilî wî 23 hunermendên din jî beşdar in. Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê sempozyûmê bi rê ve dibe.

Mihemed Şehîn bi nav û deng e  ji bo tabloyên xwe yên der barê êş û azara gelê Kurd, û zilma dagirkeriya Tirk li Efrînê. Resma Hevseroka KCD´ê Leyla Guven a ku ev 188 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji roja yekê ya sempozyumê ve, di nava destê Mihemed Şehîn de ye. Baweriya bi serketinê jî bi nîşana serketinê ya Leylayê xwe di tabloyê de dide der.

Komxebata hunermendan dê heta 16`ê Gulanê li Kobanê dewam bike û paşê jî tablo û peyker wê li holên bajarê Qamişlo werin pêşandan.