Tecrîd despotîzm e

Tecrîda li Îmrali komkujî ye, şerê giştî ye. Gelê Kurd di “qiyamê” de ye. Tecrîd destpêka despotîzma Erdogan e. Erdogan, paşayê bê apolet e. Di her mitinga li hundir û derve de banga şerê li dijî Kurdan dikir, dike. Her bang jî bû komkujiyek.

Civînên Erdogan yên li qesrê, yên li şaneşînê  û yên li meydanan  teva miting in. 

Her miting parçeyek ji dîktatoriyê û temam kirina “lîbas”ê  li bejna Erdogan tê qazkirin e. Axaftinên li şaneşînê jî, destpêka “reîs”tiya Erdogan e. Her diktator, ji bilî navê rastî, xwedî navekî-lakab e. Hîtler “fuhrer” e,  Mussolînî “duçe”, Fanco “El Caudillo” ye.

Wek ecdadên xwe, di Erdogan de jî sadakat-dilsozî nîne. Binyata nebûna sadakat û dilsoziyê dewşirmetî ye. Derewan dike, şantajan dike. Derewên Erdogan, di tecrîda Îmralî de dîroke û  di hiyerarşiya Tirkiyê de wek ideolojiya dewletê rûniştiye.  5 sal in, ji 5ê Nîsana 2015an û heta redkirina Mutabaqata Dolmabahçe, her hefte du rojan, Sêşemb û Pêncşembê, sê behane hebûn. “Kêştî xerabe ye”, “rewşa hewayê ne baş e”, “betlanê ye”; ev sê derew, 5 salan ne hatin guhertin. Dawî Dayikên Aştiyê gotin, “ne kêştî, dewlet xerabe ye”. 

Piştî Mutabaqata Dolmabahçe, qanun, hiquq, maf, ademiyet, peyman, nirx teva ji holê rakirin û tecrîda giran kirin pratîkê. Lê mutabaqata Dolmabhaçe dîrok e. SAHIH e!.. Tecrîda li Îmralî, ne tenê tecrîd e, îzolekirin e… Izolekirin, karê akumulasyonîstên paşverû ye. Erdogan, paşverûyekî bi xeyalê monarkî dijî ye.  Dewşirme  ye. Zarokê inkarê ye, ne bavê xwe, xalê xwe nas dike. 

Vêce: Ji hêstirê pirsîn, bavê te kî ye, got, xalê min hesp e!.. Wek pêşgotinekê tê bikar anîn. SAHIH e.  

Hemberî ku dîroka tirkan teva derew e, di dabaşa dewşirmetiyê de derewan nake. SAHÎH e!…

Geoge Orwel, dibêje, “paşeroj gelekî balkêş in, pêsîra mirov bernadin”. Di paşerojên Kurdan de jî, ji lîderên Tirkan teva zêdetir, wê Erdogan cih bigire. Erdogan, ji bo Kurdan bû lewto-fenomen…  Yek, wê her dem wek pîrîmîtîf tecrîdîst;  du, wê her dem wek sinyala metirsê; sê, wê her dem wek dêlêlî yê felaketê; çar, wê her dem wek şantajîst; pênc, wê her dem wek kujerê jêrzemînan; şeş, wê her dem wek xezeba bajaran; heft,  wê wek dagirkerê Rojava; heşt, wê her dem wek şovmen; neh, her dem wek plangerê xwekuştinên li mitingan û deh, we her dem wek hevkar û reîsê çeteyên DAIŞ‘ê, El Nusra werê bîra xelkê… û hwd. 

Wek Orwel dibêje, Erdogan  ji bo paşeroja Kurdan, bû darbimeselek û her hebe… Di dîroka Tirkan de jî, wê bibe bavê turkîfikasyonê û  prîmîtîf akumulasyona faşîzan. Ittîhadiyan jî biqasî wî, prîmîtîf akumulasyon realîza nekir. Her komkujiya li Kurdistanê, biqasî komkujiya Ermenî, Suryanî -Asuriyan, dîrokên prîmîtîf akumulasyonê ne. 

Lê Erdogan, di qesra pênc stêrikî de xewnan dibîne: Erê, Cibranli Xalid, Şêx Seîd,   Seyit Riza,  Ihsan Nurî Paşa,  Lozan di gora komî de gom nekirin. Lêêê, ev rastiya doh bû, rastiya îro cûda ye.

Rastiya îro: Ocalan, Lozan di gora betonî de gom kir, Sewr jî di mista xwe digire. Li dijî şerê giştî û faşîzma prîmîtîf, serhildana gel kire pratîkê. Qiyama li dijî qiyametê, gelê demokratîk e. Kurd,  êdî pêşengên şoreşa sedsalê ne, Kurdistan jî bûye welatê şoreşan. Lewra tecrîd giran kirin. Ev  kîn e, tolhildan e. Kîn û tolhildan karê mirovên tirsonek û lewaz e.  

Rastî II: Ocalan dergehê dîrokê, li pêşiya Kurdan vekir, êdî xêr nake. Eger stepneyên Kurd ligel Erdogan  cih bigirin jî, dîse jî xêr nake. Stepne têkçûn e, gel serketin e. Stepne lewazî û misrîtî ye, gel hêz û qewet e.

Tecrîd, berdewama komplo ye, dagirkeriya Cerablusê berdewama komplo ye. Serkêşên komplo şaşiya xwe fêm kirin, DAIŞ bû daqoqê ser serê wan, dîse jî serê werîs ji destên xwe bernadin,  di tecrîdê de hevkar in. 

Her dem çavkaniya faşîzmê bûye sîstema komloger: SAHIH e. Erdogan jî klîşeya Rojava ye. Hewl dide xwe ji klîşetiyê rizgar bike, lê beyhûda ye!.. Bûye şemo, qirdik, êdî wek  siltanê şantajan –diplomatîk, siyasî- tê binavkirin. Ev îmajek xerab e û tilisimek jehrî ye.

Haa berî em jibîr bikin; Erdogan li hemberî popolîrîteya Ocalan şikestî ye. Vê jî ew hêrs kiriye. Di gotinên redkirina Mutabaqata Dolmabahçe de ev rastî  xuya dike. Psîkolog dikarin serê xwe mijul bikin. SAHIH e.

Sedem: Erdogan çiqasî helbestan bixwîne jî, ji hestên yobazî rizgar nebû û wek qeşa navbera klîmatên nasname, bawerî û gelên cûda ye. Vê jî tenê kuştin anî. 

Lêêêê Ocalan, di mercên dîlgirtina tecrîda giran de jî, bu xerca navbera klîmatên nasname, bawerî û gelên cûda. Mînak, peyama Newroza 2013, ku cîhanê, (komploger jî di nav de) bi çepikan pêşwazî kir. SAHIH e.

Îro, dibin pêşengiya REÎS de, parlamento nîne, ferman hene. Ev jî darbe ye. Darbeya REÎS, serê wezîrê kujer Efkan Ala jî xwar. Hemû diktator pêşî ji dora xwe dest bi paqijiyê dikin. 

Biqasî dîroka tirkan, siyaseta tirkan jî li ser derew, teşqele û bêbextiyan hatiye rûnandin. Sunda Allah, Wallah, Tilleh û Billeh di sicadeyên bazirganî de pîkolê dike.  Vê jî, li Tirkiyê, derew, teşqele û xwîn kiriye xerca jiyana rojane. Darbekarên yobazîst li ser kar in û prîmîtîf akumulasyonê- faşîzmê  îxrac jî dikin. 

Divê Kurd tecrîdê wek fermana dîrokî qebûl bikin û bê rawestandin, di qiyamê de be…