Tecrîd OHAL , înkar e!

Tecrîd OHAL e, em di wî “hal-î-zar” de ne, darbeya di nava darbeyê de ye; eskerî, sivîl ferq nake, darbe kuştin e. Kurdistan bi darbeyan tê tunekirin, jêrzemînên Erdogan û firinên Hîtler, OHAL  in. 

Imralî navenda siyaseta komplo û siyaseta korsanî ye…  

Sergardiyan Erdogan şelîta dardekirinê  kiriye destê xwe, ha ha dihejîne.  

Rejîma eylulîst, cih da rejîma Erdoganîst!… Siyaseta inkar û tunekirinê ne hatiye guhertin; tecrîd e û kuştina Hîroşîma li demê belavkirî ye… 

Piştî hewldana darbeya 15’ê Temmuzê, AKP’e, dewleta Tirk dagir kir, terîqata dewletê Fetulehî têkbirin. Di navbera wan de şerekî hawarî heye; baskê sêyemîn yê şer Ergenokon û Perînçekî ne… 

Têkildariya Emerîka,  di tecrîde de, di wêrankirina bajar û navçeyên Kurdistanê de, li Rojava, bûye zifta li ser ziman. Siyaseta şemîtonkî, zelîqonkî ye… Wek şermê xuya dike, lê xapînokî ye. Terîqata dewletê, artêşa dewşirme û dagirkerên dewletê, di yek kefikê de ne;  hêza xwe ji dijminatiya Kurd, ji dijminatiya Ocalan  distînin. 

Ocalan, nasnameya Kurd e, tecrîdkirî ye… Çend sedsal in, di derebeya di nava darbeyan de tecrîd heye: Îro jî di kesayeta Ocalan de, gelê Kurd tecrîdkirî ye,  dîl girtî ye!… Rast e, Ocalan nasnameya Kurd e!…  

OHAL, encama “zubuknameyan”e. Erkan-i harbiye-i Umumî Reîsî Erdogan û serfermandar giştî Org. Hulusî Akar, darbekar in. Di avakirina artêşa îslamî de, bûne tilbêtê Sudiyan. Ji darbeyê derbasî darbeyeke din bûn; bi zubuknameyan  jî gel dikujin. Ne emanname, fermanname hene!… 

Gelê Tirk,  li ser banga Reîs Erdogan, bi pêşengiya fetîşîzma DAIŞ’ê, bûye lehengên zubuknameyan. Nexweşî ye, derman jî nine. 

Her darbe kuştina demokrasî ye. Tirkiye jî welatê darbeyan e, demokrasî  nine.   

Zubuk, pirtûka Azîz Nesîn e û gelê Tirk bi ehmeqiya zubukî bi nav dike. 

Demirtaş, bang li zubukan kir ku li meydanan,  demokrasî biqîrin. Demokrasî alternative  û berteref kirina kaosa li Tirkiyê  ye. Zubukname, komkujiya Otela Madimak e, Roboskê ye!… Fetîşa yekparêziya Erdogan jî nikare bibe demokrasî !.. Hinekî Faoust’ê Goethe ye, hinekî Weba Camus e, hinekî selefkarî Zerab û Hecî Pepe ye!…  Çar demsalên Tirkiyê klîmatên darbeyan e, êdî her cure bêbextî û rûreşî heye û dibe.  

Di nivîsandina zubuknameyan de mînak: Ajansa nûçeyan ANF’e,  dibêje; Li Rihayê bo welatiyên ku beşdarî "Nobeta Demokrasiyê" bûne, ji aliyê şaredariya AKP’yî ve, hezar TL hatiye belavkirin.  Ev kuştina iradeya mirov e;  zubuk û zubukname nabin alternatîfa demokrasî. Demokrasî, ji diktatorî,  lawiathan, weşangeriya  duopolîst û hişmendiya hedonîstên wek pîso, gelekî cûdatir e.   

Rastî yek  e û demokrasî alternatif e. Ocalan jî alternatif e, bi tenê ya serê xwe alternative û ji sedî sedî rast e.  Ev dîrok e û îşaretê pê dikim: Ocalan dîroka Kurdistanê ye, alternatîfa demokrasî ye, em  jî  xwe di wê dîrokê de, di wê alternatîfê de dibînin. 

Zubuk-ên Kurd jî hene,  bermayiyên TRT 6 yanî, bermayiyên kursî û xelîtkên pereyan yanî… Zubukzadeyên ku, Mahmut Alinak di televizyonê de, ji bo Mehmet Metîner got; “li cem Kurdan  ti mirovekî  wek Rehber tê naskirin”.  

Ev dîrok e, nayê inkarkirin. Ligel Rehber, Hidê Piço (Pirço oglî Xidir) jî hene. Hidê Pirço, di serhildana Dêrsimê de, tilbêtê Gn. Alpdogan  e, birayê xwe Şahan dikuje. Şahan lehengekî ji serîhildana Dêrsimê ye.    Dîroka kumûlatîf,  şaşîtiyan qebûl nake û red-î dîroka fermî ye. 

TRT 6 jî, berhemê çavkaniya MAH e, MÎTA Kevin ya Tirkan: Xizmeta Neteweyî a Karkeran. 

Rastiyeke din: Dîrok bi şannameya xayinan jî reş dibe. 

Mînak; komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’a Şingalê

Rûpelekî reş e û bi şannameya PDK’ê, bû zifta li ser ziman.  Bi zifta li ser ziman jî, riyên ber bi azadî û demokrasî dirêj dibin, nayên asfalt kirin.   Êş, dema bibê xencera her du aliyên wê tuj, birîna wê giran dibe. Bandorê li karê  ziman, felsefe û dîrokê dike.    

Ez hinekî li paşerojan vegerim: Mirov bêriya dostaniyê dike, dostanî di toreya Kurdan de nirxekî civakî ye, giranbiha ye. Bi sîstema kirîvantiyê hatiye xemilandin.  Berjewendiyan, kirîvantî kuştî ye, ev xwekuştin e, darbeya li dijî yekîtiyê ye.

Kurdê ku xwe di tecrîdê de nebîne; dibe muxatabê vê pirsê: Gelo dîrok rûreş e, yan mirov… Pirs mişextî ye, lê vekirî û zelal e, sêv e. Sêva sor gunehkarî ye, OHAL e… Tecrîd e, tecrîd gunehkarî ye, Ocalan jî Kurd jî tecrîdkirî ne. 

Tecrîd OHAL e, 17 salan dewam dike… Kurd nikarin destên xwe dirêjî wê “sêvê” bikin. Bi gotina Manî, Kurd nikarin bibin gurên du lingî.  Her pirtûkek bi Kurdî, agirê dilê Xanî ye!… Xanî dîroka hişmendiya Kurd e, Beko Ewan, Rehber jî hene; lê Qeretacdîn, Mem jî, Zîn jî hene…  Serhildanên Kurdan teva roman in, Cizîr, Sur, Nisêbîn, Gever romanênd estanî ne.  

Çemê Dijle şol diherike, wek xişxişî xencer û pêl bi pêl xurfanî dibêje diheje û di herike!..  

“Hevaltiya curûmkar” çiqasî zor e, daqoqê himandî ye. Dewleta komloger, gladio, çete û kontra, darbeyên di nava darbeyê de ne… Bêbavî heye û tecrîd jî dijwar kiriye. Tecrîd OHAL e,  OHAL darbe ye,  kuştina Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Surê ye!. 

OHAL, heft bav in,  me dikuje…  150,  180 sal dike. Tecrîd OHAL e, em di ohalê de ne. Felsefe, dîrok, ziman, edebiyat zimanê Kurd, li dijî OHALê ye….  Zimanê li dijî OHALê neaxive, faşîzma Erdogan lanet neke, tecrîdê gunehkar neke, ziftkirî ye, dibê parçeyek ji bangorê li ser bedan Kurd û “curum Kurd”e!…