Têkoşîna piralî

Jinên azadîxwaz ji bo têgihiştin û hişmendiya pênc hazar sal bişkînin, bi rêbazên cûrbecûr têdikoşin. Li aliyekî li hemberî paşverûtiyên civakî li aliyê din jî li dijî pergala ku li ser tinekirina vîna wê hatiye hûnandin li ber xwe didin. Jinên li azadiyê digerin her sal bi kampanya û pêngavan têkoşîna hebûnê dimeşînin. Tevger û rêxistinên jinên Kurd ji bo balê bikşînîn ser rola jinê ya di pêşxistina civakê de destpêkê bi slogana ‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’ kampanya dan destpêkirin. Bi vê kampanyayê jinan kuştinên di bin navê hezkirin û qaşo evînê de xistin ber lêpirsînê. Dîsa kampanyaya ku herî zêde civaka zayendîparêz tengav kir. Kampanya ‘Em ne namûsa ti kesîne namûsa me azadiya me ye’ bû. Bi vê kampanyayê jî jinan li hemberî paşverûtiyên civaka mêrserwer têkoşîna xwebûnê dan. Bêgûman di her pêvajoyekê de jinan bi sloganên cûda têkoşîna xwe dewam kirin. Li gel vê têkoşîna piralî û dijwar jî di serî de li tirkiyê û tevahî bêşên Kurdistanê rojane em dibin şahidên kuştin û xwekuştinên jin û zarokan.
Li Tirkiyê dewleta qirker û dagirker bi qanûnên xwe yên rê li ber şiddet û qetilkirinê vedikin, polîtîkaya şerê taybet a kuştin, taciz û destdirêjiya li jinan bênavber didomîne. Desthilata AKP’ê niha jî dixwaze qanûna efûyê ya ku rê li ber tacîz û tecawiza zarokan vedike ji meclisê derbas bike. Hikûmeta ku xwe li hemberî sîstema hevserokatiyê û xebatên jinan ranegire wana yek bi yek digre û davêje zindanan. Ev êrişên pergalê yên li ser jinan edî gihane asta ‘tevkujiya zayêndî’. Bi vê jî bi sînor namîne helbet. Li Bakur û Rojhilatê Sûrî ku bi bûye warê jinên leheng û berxwedêr jî heman hişmendî li ser kar e. Rojane li deverên dagirkirî jin tên revandin, destdirêjî li wan tên kirin û bi awakî hovene tên kuştin. Herî dawî hovîtiya ku li ser bedena jina ciwan Melek Nebî hat kirin, kiryarên çeteyên DAIŞ’ê jî derbas kir. Erdogan ê dijminê jinan bi van kiryarên çeteyên xwe îspat kir ku çeteyên DAIŞ’ê şagirtên wî ne. Lê ya ku ji bîr dike ew e ku tekoşîna jinan li hemberî faşîzmê piralî û mezin bûye. Jinan careke din zend û bend badan û li hemberî vê zilmê dest bi kampanyayeke nû kirin. Kampanya bi şiyara ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ tê meşandin. Ji slogana jinan jî xuya ye ku li dijî êrişên piralî pêwistî bi têkoşîneke berfereh heye. Çawa jinan tevî xeteriya belavbûna pandemiya vîrusa koronayê navber nedan çalakiyên xwe, wê di çarçovaya vê kampanyayê de jî hem li meydanan, hem jî li qadên diplomatîk û siyasî ji bo mafê xwe têbikoşin. Çawa çeteyên DAIŞ’ê bi destê jinan ji aliyê leşkerî ve li bakûr û rojhilatê Sûrî têk çûn û derbên giran xwarin wê faşîzma AKP-MHP’ê jî bi têkoşîna jinan têk biçe. Ji lewma di vê pêvajoya girîng de ya ku divê jin bikin ew e ku li her qadê bi yek dengî li dijî her cûreyên êrişa bibin yek û têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Çawa ku Leyla Guven bi dirûşmeya ‘Tecrîdê bişkînin û faşîzmê têk bibin’ 200 rojî bi bedena xwe berxwedananeke bê hempa da meşandin û bi serket. Wê jin jî bi biryardariya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ dawiya faşîzma AKP-MHP’ ê bînin.