Tenê bi tiliyekê huner

ZAHIR ÎBRAHÎM / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Teyîb Mutesîm kêmendam e, ew hertim li ser kursiya seqetan rûniştiye, tenê tiliyek a destên wî kar dike. Xwediyê gelek berhemên hunerî ye, xwe bi xwe jî fêrî xwendinê bûye, herwiha di warê şêwekariyê de yek ji hunermendên naskirî li bajarokê Rewandizê ye. Heya niha bi dehan pêşangehên hunerî vekiriye.

Teyîb Mutesîm xelkê bajarokê Rewandiz a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Heya niha bi dehan pêşangehên wêne û karîkatoran vekiriye, lê ji ber lewazbûna laşê wî, ew niha li ser kompîterê karê xwe dewam dike. Ji bilî wê li dikana xwe karê dîzaynkirina pirtûkan dike. Ew 44 salî ye û  li gundê Seranî yê girêdayî bajarokê Rewandizê ji dayîk bûye. Ji zikmakî de Mutesîm kêmendam e, û hertim li ser kursiya seqetan e. Ji ber rewşa xwe ya fîzîkî nekariye here dibistanê. Bi hewildanên xwe kariye xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bike. Niha jî tenê tiliyek wî ya destê rastê ya Mutesîm kar dike.

Teyîb Mutesîm niha li nava bazara Rewandizê dikanek wî ya kirtasiye heye. Xwedî kesayetek rih sivik û evîndarê bajarokê Rewandizê ye. Ji ber vê dikana wî di heman demê de bûye navendek ya kombûna kesên rewşenbîr û hunermendên bajarok.

Ji zaroktî de heskirina Teyîb ji karê çêkirina wêneyan re tê, ew hertim giringî dide vî karî û dewam dike. Di sala 1993’an de dest bi karê şêwekariyê dike, heya niha bi dehan pêşangeh li Rewandiz, Soran û deverên din ên Herêma Kurdistanê vekiriye.