Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî

Di dîroka helbestê de yanî ji serdema Yewnana kevin û heta niha helbestvanan bi teoriyê bi tevahî bûyerên qewimîne fêhm kirine, di heman demê de tiştên fêhmkirine jî pêkanîne, pê re jî mijar û babet afirandine.

Heger em çavekî li helbesta Ehmed Huseynî bigerînin em ê gelek ji formên ku teorî û pratîka helbestê tên destnîşankirin ji hev derînin û zelal bikin.

Beşên wêjeyê hemû bi teoriya xwe ve girêdayî ne, yanî em dikarin bibêjin, mijarên di romanê de û kompozîsyona wê çawa tê û di çi çarçoweyan de tê ravekirin çîrok jî wisa ye. Li vir, divê em rawestin, ya helbestê bi teorî û bi pratîka xwe zû bi zû nayê zelalkirin, lê belê di teorî û pratîka Ehmed Huseynî de; di nava ezmûna wî de ev ji me ve rave dibe û tê şîrovekirin.

Lê ji bo ku em ji bîr nekin, di nav daneheva xebatên Huseynî de mirov dikare bibêje, helbesta wî rewanbêjî û xweşbêjiya hest û xeyalê bi xwe ye. Jixwe dema ku hûn helbesta Huseynî dixwînin ew têkiliya rewan û rûhî (giyanî) tê dayîn.

Girêdayî babeta teorî û pratîka helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî gelek ji gotin û şîroveyên nivîskarên navdar yên cîhanî tên bîra me. Luois Aragon (1897-  1982) dibêje, di teorî û pratîka helbestê de sêhra hunera helbestê ew e ku lawaziyan werdigerîne bedewiyê.

Yanî Ehmed Huseynî di pêvajoya daneheva peyvan û berzkirina helbesta nûjen de me bi rehetî derbasî wê bedewî û xweşikbûnê dike ku Luois Aragon behsê dike.

Di nava teoriya helbestvanên cîhanî de, teoriya helbestê teoriyek e ku li ser formên edebî û vegotina edebî nîqaşan dike, lê Ehmed Huseynî di çarçowe û derbirîna xwe ya şîroveyan de me bi hin têgînan derbasî cîhana xwe ya taybet dike.

Dibe ku car caran hin ji têgînan bi taybetî di teoriya helbesta Huseynî de ji hin xwendevanan re zêde ne zelal be, dîsa ji ber ku heta vê gavê dibistanên helbestê tinene. A rast xwendevanên helbestê kêm in, lê di heman gavê de her çend hin ji axaftvanên bi zimanê helbestê van têgînan bi berfirehî bikar tînin jî di dawî de dibe ku ew bi xwe têgîna teoriya Huseynî be.

Ehmed Huseynî di teorî û pratîka helbesta xwe de li ser zanista şîrovekirina felsefîk e ku ne tenê li ser wateya tekstê, her wiha li ser têgihiştina wê ya li ser têgihiştina ku çawa hêmanên cûda ên nivîsê bi hev re tê damezrandin û bandorên taybetî li ser xwendevanan dide çêkirin. Li vir em derbasî komara Ehmed Huseynî ya afirêneriyê dibin. Komara helbesta wî ya êşbar a tijî wate, a bi derbirînên cuda, a bi xeyalên berfireh rêsayî, û hwd.

Ehmed Huseynî di dîroka xwe ya dûr û dirêj de xwe sipartiye paşxana xwe ya felsefî wî bi rê û rêbazên zanistî yên vedîtin û lêhûrbûn û rexnegeriyê ta astekê bi kar anîne. Li vir û di neynika Huseynî de û di ezmûna wî de meriv dikare sûdeke wêjeyî jê werbigre û asteke rewşenbîrî ya derbirînê bilindtir bikin.