Şerîeta faşîzmê

Faşîzm, di dema Roma antîk de, destîtevrê şer bû, piştre bû hêza dewletê, piştre  bû doktrîna Mussolînî: yanî hêza dewletê, mulkiyet-bîada gel û yekparêzî. Îro bûye, şerîeta faşîzmê!

Erdogan heman doktrînê bi kar tîne. Aheng û nîzama Tirkiyê (eger mabe) kiriye destên xwe, “li gorî rewşa Tirkiyê” diktatoriya xwe îlan kiriye.  Li Qesrê, di civînên Qesrê de, bi kelam-î îlahî, fetwayên murad-î îlahî bi mêjiyê Suûd Çelebî dide. Geh fetwa “ez biryara Dadgeha Destûrnamê nas nakim”,  geh fetwa “ez wê partiyê (HDP) meşrû nabînim” dide, geh bi gotina “heta yek terorîst hebe wê operasyonan bidomin” fetwa qirkirina Kurdan dide.  

Şerîet qanûn e, li gorî Qur’ana pîroz hatiye amade kirin. Ji Muawiye û vir ve, şerîet li gorî kes, malbat û netewan hatiye guhertin. Erdogan jî, “şerîeta faşîzmê” li gorî Îttîhadiyan – bi Teza Tirk Islam – çêkiriye. Muawiye şûrê zorê bû, mohra xelifetiyê jî dikire maske; Erdogan top û tangên zorê ye. Şûr jî, top û tang jî, gornebaş in, bi kuştina mirovan  têne xwedî kirin. 

Çeteyên DAIŞ´ê zarokên van gornebaşan in!… Tev ji ronahiya mêjî dûr in!…

Rewş wiha dewam bike: Erdogan wê di riya ecdadê xwe Yawuz Selim de bimeşe. Piştî navê wê li pira Bogaza Stembolê, cubbê xelifetiya li Topkapi Sarayî li xwe bike û mohra xespkirî ya xelîfetiyê jî bi kar bîne. Hingî, wê wek xelîfe-î sanî, bi rehetî wê fermanan bide. 

Erdogan jî, li Qesra pênc stêrikî, dixwaze exlaqê mirovaniyê bikê destê zordestiyê. Diktatorî jî tiştekî wisa ye, şecera exlaq dinivîsin. Lê sinorên exlaq nasnakin û her kiryara wan îlîzyonî ye, ji bo her kiryara xwe jî maskeyekî amade dikin. Muawiye li Qesra Şamê dest bi nivîsandina “şerîeta faşîzmê” kiribû.  

Erdogan  jî, li Qesra pênc stêrikî, “teror” kiriye maskeya xwe û ha ha terora dewletê xurt û bi hêz dike, li darî çavên cîhanê gelê Kurd qir dike. Pozîtîf hiquqa gerdûnî, di kefenê reş de, di bazirganiya selefkarî û siyaseta aşûfteyî de dipêçin. 

Erdogan, metirsiyeke mezin e û dixwaze tevahiya dîroka gelên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, îdare bike. Demekê dest avête Neteweyên Yekbûyî, likûmî… Demekê dest avête Yekîtiya Ewropa, li wir jî likûmî… Herî dawî dest avête çeteyên DAIŞ´ê, ewrên reş li xwe pêçan û derkete nêçîra Kurdan… Di komkujiya Kurdan de, di wêrankirina bajarên Kurdan de tixuban jî nas nake.

Cîhan jî, korûkerrende ye, Kurdên li Ewropa çiqasî “jarê hewarê” dibêjin jî, wijdanê raya giştî ya Ewropa, şiyar nabe. Erdogan, bi tena serê xwe tevahiya Tirkiyê ye, îradeyek REÎS e. Di her firsendê de, kabê “îstîbdada civakî” hildide. Çik werê jî ya xwe dibêje, pik werê jî ya xwe dibêje. Faşîzm ev e!… 

Erdogan, hewqasî ne xeşîm e,  roja ku Mutabaqata Dolmabahçe red kir, roja ku li Îmralî tecrîd da dest pê kirin, roja ku pêvejoya çareseriyê mulga kir, cîhanê edebiyata romantîzmê kir. Roja ku Erdogan fetwa qirkirina akademisyen, nivîskar û rewşenbîran da,  cîhanê deng nekir. Bêdengiya cîhanê bû sedema ku avisiya civakî li Tirkiyê dereng bikeve. Ev derengî û bendegî bû sedema ku Erdogan Kurdan qirbike.

Çend sal in, Erdogan qirkirina siyasî didomîne,  demokrasiya cîhanê jî, ji edebiyata romantîk rizgar nabe. 

Cîhan dibîne ku Tirkiyê bi waliyên Erdogan tê birêvebirin, Cejna Newrozê bajar bi bajar tê qedexekirin, her çalakiya demokrtatîk ya Kurdan rastî êrîşa polîsên kontra tê. Êdî, Erdogan bi gotina Ibn-î Xaldûn, atêş-î sûzan e… 

Faşîzm hinekî waqanivîsiya fermî ye û Teza Îslama Tirk e. Parlamentera kevin a HDPe, Seher Akçinar Bayar, ji sedema ku di pêvejoya hilbijartinên 7ê Hezîranê de, got, “Erzirom Kurdistan e, parçeyek ji Kurdistanê ye”, bi behaneya “propagendeya rêxistinê” kiriye, bi salek û 8 mehan hate cezakirin. 

Erdogan hiyerarşiyek ava kiriye. Di hunandina  vê hiyerarşiyê de, wek SS´ên Hîtler, Gomlek Reşê Mussolînî û bîadîstên Ehriman, çeteyên DAIŞ´ê, kontra û çete hene. Ev tev destîtevrên şer in;  bi gotina dema Roma antîk, faşîzm e. 

Erdogan, wek selefkarên Midyadê şerîeta xwe çêkiriye.

Selefkarên Midyadê, çend tenekeyên dohn dideynine anîşka dikanekê, dema kesên pereyên selefê dixwazin, teneke dohn dikirin û ji anîşkekê dibine anîşka din. Yanî bazarê dikin. Selefê bi vî rengî helal dikin. Gelo ev ne “şerîeta selefê” ye?

Erdogan jî, şerîeta faşîzmê çêkiriye. Teza Îslama Tirk, şerîeta faşîzmê ye. Ev zihniyeta Îttîhadiyan e û yeknetewe diparêze, gelê din tevan red dike. Li dijî qanûna Îslamî û Qur’anê  ye. Îttîhadî, ji bîadê jî derbas dibe, qir dike, tune dike. 

Saddam Huseyin jî, El Enfala Qura’anê kire maske û Kurd qir kirin. El Enfal xenîmet e, ne kuştina Misilmanan e. El Anfal 75 ayet in, yek carê kuştinê bi kar nayîne, xenîmet heye. Saddam jî şerîeta faşîzan çêkiribû.

Erdogan, Hitler kiriye referansa xwe. Ji bilî mînaka sîstema Hîtler, ji bo kontra û çeteyên ku Kurdan dikujin, bedena jinan teşhîr dikin, got: “Hawyarê ji wan re bişînin”. Hitler jî,  ji komandoyên SS re hawayar dişand û resepsiyonên taybet amade dikir.  

Di faşîzmê de rêbaz werin guhertin jî, reng yek e: Her kiryara faşîzan, li dijî Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e…  Xewna dîktatoran hemûyan Don Quichotte-î ye, yek e!… Engizîsyonê her dem şiyar dihêlin: Erdogan jî her dem topbaran û bombardûmanê şiyar dihêle.