Tifaq ferz e aşê me betal nabe

Başûrê Kurdistanê di van çend rojên li pêşiya me de wê êdî xwe ji dengdana referandumê re amade bike. Ev referandum çiqasî, yekalî, çiqasî bi şêwazekî xirab, bê minaqeşeyeke siyasî ya serketî li Başûrê Kurdistanê û tevî ku temamê Kurdistanê elaqedar dike, bê minaqeşeya bi beşên din re, beriya her tiştî bêyî tifaqeke weke Kongreya Neteweyî, niha wê li dar keve. Em eşkere bi nav bikin, Mele Mistefa sala 1974´an dema aşbetal ragihand jî, beriya wê bi serê xwe biryar dabû, talî bi serê xwe aşê Kurdan hemûyan betal kir. Mala Xwedê ava îro Kurd weke hingê nînin, hêz û quweteke wan û bîreweriya wan a xweparastin û hevgirtinê ji hingê xurttir e. Bi ser de jî Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Şengal, Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê îsbat kir ku li her deverê ew amade ye destketiyên gelê Kurd bi her berdêla jê re divê biparêze.

Ji ber wê jî mafê biryardayîna li ser çarenûsa xwe ya gelê Kurd pîroz e. Tevî rê û rêbazeke şaş, tevî dema ku ne bi kêra Kurdan e jî, tevî u gelek kes dizanin sedema sereke ya li pişt referandûmê ne doza serxwebûnê ye û ne çareserkirina pirsgirêkên gelên Kurdistanê ye jî, xwedîderketina li wê li dijî hêzên dagirkerên Kurdistanê erkeke insanî û neteweyî ye.

Erkeke insanî ye, ji ber ku dagirkerên Kurdistanê dixwazin mafê bingehîn ên mirovên Kurd li ser erdê wî, ango mafê diyarkirina çarenûsa xwe, dixwazin asteng bikin, pê re jî bi destwerdana eskerî gefê lê dixwin. Ji ber wê jî tifaqeke giştî ya Kurd li dijî van helwêstên ji derve ferz e. 

Erkeke neteweyî ye, ji ber ku li ser qismekî ji erdên Kurdistanê, mirovên wê erdî wê biryarekê bidin û ev biryar mafekî neteweyî ye û encama wê dikare siberoja vî beşê Kurdistanê qismî diyar bike. Encam çi dibe bila bibe, hevgirtina Kurdan û tifaqa wan erkeke neteweyî ye ku dîrok û tecrûbeya wan jî li ser wan ferz dike.  Lê maneya vê ne ew e ku di referandumê de tenê yek tişt heye ku mirov dikare hilbijêre; Nexêr, du tercîh hene: erê û na! Weke xiyanet bi navkirina yekê ji tercîhan û ev tercîh na be jî, ne helwêsteke rast e, ne di warê exlaqî de û ne jî di warî demokratîk de. Li gorî anketan li Silêmaniyê % 48´ê mirovan wê bibêjin na. Ma dibe ku mirov van mirovan wek xayîn bi nav bike? Heger hûn dibêjin, erê, zanibin ku cihê we di tifaqa Kurdan de nîne. Tifaqa Kurdan dikare li ser sîstem û rêbazên giştî be. Nabe li ser biryareke ji berê de diyarkirî be.

Piştî van meseleyan em berê xwe bidin pirsgirêkên meseleyê, referanduma li Kerkûkê wê çawa bê hesabkirin? Encama wê çiqasî û çawa rewa be? Deverên din ên ku Kurdistan in lê ketine ber 140´ê û îxtîlafa bi Bexdayê re li ser wan dewam dike, referandum li ser wan çawa bi tesîr be yan jî nebe? Ev hemû şêlû û nezalal in. Ev destketiyên gelê Kurd ku xwîna gelek ciwanan di nava van sê salan de ji bo wan rijiya, wê karibin bên parastin? Zelalnekirina vê rewşê beriya referandumê bi serê xwe binpêkirina berjewendiyên neteweyî yên gelên Kurdistanê ye.

Bi zanîna vê rewşê jî referandum û encama wê karekî miletê Kurd e ku her destwerdana ji derve bêhurmetiyeke û heta zêdegaviyek e. Ji ber wê jî di vî warî de tifaqa gelê Kurd ferzek e, tevî şerha dijberiya hikûmeta heyî û malbata Barzanî û tevî mafê dana dengê na jî. Ev ê nîşan bide ku gelê Kurd gihiştiye wê astê ku biryarên nemaqûl ên rêveberiya xwe jî bike ku ji bo çarenûsa wî nebin tehlûkeyên gelekî mezin, bike ku dijminê gelê Kurd bibînin, aşê Kurdan êdî betal nabe.