Tîrmeh meha cejna Munzurê ye

Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) bi boneya eşkerekirina bernameya 18’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam-rêveber û hunermend beşdarî civînê bûn. Di civînê de afîşa li ser nivîsandî “Em di mihrîcanê de bên cem hev” hat daliqandin û li ser navê komê Sekreterê Giştî yê DEDEF’ê Hasan Şen daxuyanî da. Şen got, ew ê di navbera 26-29’ê Tîrmehê de mihrîcanê li dar bixin.

Şen da zanîn ku mihrîcan li dijî valakirina gundan, çêkirina bendavan, projeyên HES’ê û zextên dewletê ye û wê ev mihrîcan bibe qîrîna gel. Şen got, diwazin xwezaya Dersimê jî bê mirov bihêlin.

Hêviya berxwedêran e mihrîcan

Şen destnîşan kir ku mihrîcan di nav têkoşîna hebûnê ya bajêr de cih digire û wiha peyivî: “Mihrîcan bû hêviya yên li ber xwe didin. Bênavber, ev 18 sal in ku dewam dike û li gel hemû astengî û qedexeyan, rêwîtiya xwe didomîne. Munzur a gel wê ya gel bimîne. Em dixwazin gelê me bi coşeke mezin

beşdarî mihrîcanê bibe.”

Piştî daxuyaniyê hunermendan jî xwest her kes xwedî li mihrîcanê derkeve û banga beşdariya mihrîcanê li gel kir.

STENBOL