Tirs û xofa ji gotinan an jî tecrîd

Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta îro, têkiliyên civakî ji bo mirovahiyê pîvaneke bingehîn a hemdemîtiyê ne. Encama qutkirina têkiliyên bi derdorê re, bi tenê mayîn e. Tenêmayîn jî bi xwe re izole bûnê ango tecrîdbûnê tîne.

Aliyê bi tenêhiştinê yê girîng tecrîda ji ber sedemên siyasî ye. Di dîroka şeran de pirr caran li ser dîlên şer rêbazên tecrîdkirinê ji alîye serketiyên şer ve hatine bikaranîn. Lê di encama her şerî de rêbazên îzolekirinê nehatine emilandin. Ji ber ku di şerekî de ku têkçûyi û serketî yên wî kifş, pêwîst bi tecrîdê nayê dîtin. Kesekî tekçûyi ji serdest û serketiyan re nabe tehdîdkar. Ango di şerên ku serketî ne diyar de hewildanên têkbirinê xwe bi rêyên cuda nîşan didin.

Serketî û serdestên şer piştî ku dijminên xwe têk dibin, berî her tiştî dixwazin sembol û nîşanên gel ji holê rakin. Pirr caran desthilatdaran bi dardakirina serok û pêşengên serhildanan, ev yêk bi cih aniye. Ev encam jî xuya dike ku kesen di şer de serketin bi destxistine, heke ji hêza gel netirsin, serokên raperînan darda dikin.

Fikr û ramanên Îsa pêxember, ji ber ku ji deshilatdariya împaratorên Romayê re mîna tehdîdekê bûn ew hate çarmixkirin.

Îbrahîm ji ber ku li hember xwedayên derewîn serî rakiribû, Nemrûdan ew bi saxî avête nav agir.

Desthilatdarên demê nehiştin ku Îsa û Îbrahîm gel şiyar bikin. Serdestan bi ya xwe pêwîstî nedît ku wan ji civakê biqetînin û tecrîd bikin. Ji ber ku ew di nav gel de ne bi rêxistin bûn û muxalefeteke civakî li şopa wan tine bû, ew bi hêsanî ji holê hatin rakirin

Napolyon dema ji aliyê dijberên wî ve ji text hat xistin, ew şandin Brîtanyayê û ji wir jî mişext kirin grava St. Helena. Napolyon fermandarek bû ku evîn xistibu dilên eskeren di bin fermandariya xwe de. Têkiliyên wî bi arteşê re hatin qutkirin. Ew ne bi tenê bû, bi xulamên xwe re bû. Armanca dijminên Napolyon ew bû ku di nav demeke dirêj de wî bi alîgirên wî bidin jibîrkirin û pişt re jî wî birizînin. Tecrîdkirina Napolyon, li grava St.Helena ew kuşt lê Napolyon ji rûpelên dîrokê ne hat derxistin.

Di dîrokê de tenêhiştina herî giran ya li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev 20 sal in ku Ocalan bi tenê di hucreyekê de tê ragirtin.

Kurdan di têkoşina 40 salan de gelek çeper standin. Bi pêşengiya Ocalan ev yek pêk hat. Ev 20 sal in her çiqas di bin tecrîdê de be jî afirîner û pêşengê Tevgera Kurd jî birêz Ocalan e. Sedema tecrîda giran a li ser wî, pêşengiya wî ya mezin e.

Îro rewş dide nîşan ku tirsa dewletê ya ji Ocalan, bi tecrîdkirinê jî ji holê ranebûye. Dewlet ji gotinin Ocalan jî ditirse. Sedema astengkirina hevdîtinên di navbera Ocalan û parêzeran de tirsa tirsonekan e yên ku ji gotinên wî xofê dikin.

Gelo di kîjan şert û mercan de mirov ji gotinan ditirse? Yan jî kî ne yên ji gotinan ditirsin?

Belê…Armanca serdestan ew bû ku bi dîlgirtina Ocalan, tekoşîna rewa ya gelê Kurd têk bibin û bi vî awayi Ocalan bi Kurdan bidin jibîrkirin. Ocalan her dem, di nav hemû şert û mercên giran de hilberînên mezin pêk anîne. Di bin tecrîda li Îmraliyê de Manîfestoya Aştî û Demokrasiyê afirand. Pêvajoyeke herî giran û bi zehmetî bi peş xist.

Niha pirs ev e, gelo kê kî dil girtye?

Herkes jî dizanê ku yên bi gotinên xwe dewletekê neçar dihêlin û ditirsînin, serketî ne. Dîrok jî nîşan dide ku hêza gotinên mirovên mezin, nebaşan ditirsîne.