‘Torinên Hîtlerî’

‘Nazî, nijadperest, dijminên biyaniyan, torinên Hîtlerî, neviyên Gobbels’ û gelek pênaseyên dîtîr jî di nav de li dû hevdû rêz kirin. Wê demê jî nerazîbûneke tund ji aliyê rayedarên Elman ve nehate nîşandayîn. Çend gotinên wek:’Na lo, evqas jî nabe û divêt mirov hay ji zimanê xwe hebe’! Hatin kirin û hew. Di nav gelê Elman de bêguman bandoreke neyînî ya wan gotinan rûda, gelê Elman bi piranî ji dîktator Erdogan û partiya wî ya nijadperest û terorîst aciz e.

Ev rastiyeke e, lê karaktereke gelê Elman ya me ji nêz ve dîtî jî ev e ku zûbizû li dijî dewlet û hikûmeta xwe dernaveke. Eger li ser babetekê ji aliyê dewletê ve hatibe qanîkirin, êdî vegerandina wî jî pir zehmet e. Wek mînak; gelê Elman derbarê xeterî û neqenciya hind rêxistinên tund yên çepgir de qanî bû, lewra gava ew kes yek bi yek hatin girtin û di zindanan de bi awayê gumanber ji holê hatin rakirin jî ji gelê Elman dengên dijber derneket. Di mijara gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurdistanê de jî heman rastî li dar e. Gelê Elman bi awayekî hatiye qanî kirin ku Kurd di nav lebatên tund û hişk de ne. Ew jî dikare li welatê wan hind aloziyan pêkbîne, ji ber wê jî divêt rêxistinên Kurdan qedexe bin, yên heyîn jî tim di bin çavdêriyê de bin. Her cûre şopandin û guhdarîkirina kes û saziyên Kurdan li gorî destûra bingehîn jî rewa ye.

Vaye Kurd ji salên nodî ve li dijî neheqiyeke wiha, li dijî zext û dijwariyeke wiha têdikoşin, ti serlêdan, ti dijderketin û nerazîbûn feyde nake. Gelê Kurd ku li gorî lêkolînerên bêalî bi qasî milyon û nîvî ne li Elmanyayê ji ber wê qedexeya bê dad û bê maf tim bi pêkutiyên giran re rûbirû ye. Ne dikare ji derfetên vî welatî sûdê wergire û ne jî dikare baş xwe tevli nav pergala wî bike. Milyon û nîv însan li vir niştecî ne, li vir dijîn, li vir zarokên wan tên dinê, mezin dibin, dixebitin, bacê didin, xizmeta pergalê dikin, alîkariya her cure pêşketin û geşbûna vî welatî dikin, lê li ti der û deverî behsa wan nayê kirin.

Lewra ew ji Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê hatine qismek ji wan jî ji welatên sovyetîstana berê hatine. Ji ku hatine ew jî ji wir in, divêt bi navê wî gelî bêne navandin û pênasekirin.

Ti rojek nehatiye dîtin ku Kurdan xesareke giran û girîng dane pergalê, dijberiya Kurdan jî bi qasî partiyeke siyasî ya di nav parlamentoya Elmanyayê de ye. Çalakî, xebat û lebatên Kurdan sedîsed li gorî destûrê ye. Saziyên Kurdan jî sedîsed di nav çarçoveya qanûnî de ye. Lê destê polîsê Elman di nav sazî û rêxistinnan de ye, jop û gurma wî ji ser eniya gelê Kurd xalî nabe.

Gelê Elman çi dike? Ji bilî hind dengên lawaz nerazîbûneke xurt dernakeve. Li ser vê encamê mirov dikare behsa lawaziya rewşa lobî û dîplomasiya Kurdan jî bike, lê ev rastiya kerr, kor û lal ya welatî nade alî.

Nimûneya dawiyê meşa dirêj a ciwanên Kurd û 26´emîn festîvala navnetweyî ya çandî ya Kurdistanê ye. Ev dibe 26 sal ku Kurd saledem li Elmanyayê festîvaleke bi tevlibûna sedhezar kesî ve lidar dixin. Ev ji bo Kurdan bûye kevneşopiyek. Li gel aliyê wê yê siyasî aliyê çandî û derûnî jî gelek girîng e. Kurd wek cejneke neteweyî li hev kom dibin. Ji gelek welatên Ewrûpayê dihên, hevdu hembêz dikin.

Vaye ev dîmen li zora dewletên dagirker bi taybetî jî li zora faşîstên Tirk diçe. Her sal gelek hincet derdixin, gelek zehmetî derdixin ji bo Kurd festîvala xwe pîroz nekin. Ciwanên Kurd li ser riyan dibin armanca êrîşên Tirkên faşîst û gelek caran jî polîs tundiyeke dijwar bi kar tîne.

Îsal jî ew dîmen bi dijwarî li dar in, ciwanên Kurd hatin lêdan û êşkencekirin, festîval jî hate qedexekirin. Niha dewleta Elman û rayedarên wê li benda hatina dîktator Erdogan in. Lewra gotinên wek, ‘torinên hîtler, nazî û nijadpereset’ jî ji bîra wan çûye. Niha li ser bazarên kirêt hizir dikin. Li ser firotina maf û dadê, li ser qazanca ji xwîna gelê Kurd fikir dikin. Pir sanahî ye ku wan êrîşan bi ser gelê Kurd de bînin. Ji bo têgihiştina babetê ne hewce ye mirov feylesof be. Lê divêt rayedarên Elman û faşîstên Tirk tev de bizanibin ku daxistin û vegerandina Kurdan êdî ne pêkan e.

Ciwanên Kurd ezmûneke serkeftî dane nîşan, rûmeta gelê xwe û serokê xwe parastin. Belê festîval pêknehat, lê meş û mîtînga Dûsseldorfê pîroz be. Yên rûreş derkevin bêguman ew in.