Vê cejnê hevmaliyê xurt bikin

Bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo piştgiriya bi malbatên hewcedar re kampanyaya hevmaliyê li derveyî welat, nexasim jî li Ewrûpayê hatibû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de heta niha hevmaliya bi 8 hezar malbatan re hat misogerkirin. Ji ber ku sibe cejna Remezanê ye, Heyva Sorê hêvî kir kesên hîna nebûne hevmal jî bibin hevmal: ”Hîna malbat hene ku li bendê ne bibin hevmal. Em fitre û zekatên we jî bigihînin malbatên mexdûr û hewcedar.”

Berdevkê Heyva Sor Mûrat Vargun, bi bîr xist ku kampanyaya hevmaliyê ji 9’ê Nîsanê ve dewam dike, ew xwe digihînin malbatên mexdûr ên li çar parçeyên Kurdistanê û ew ê heta ku hevmaliya bi van malbatan hemûyan re misoger bikin jî kampanyayê dewam bikin.

Vargun got, ”Di cejna Remezanê de em bang li miletê xwe dikin ku fitre û zekatên xwe bidin kampanyaya me ya hevmaliyê. Em bi van fitre û zekatan paketên alîkariyê hazir dikin û didin malbatên hewcedar ên li Kurdistanê. Miletê me dikare fitre û zekatan hem bide nûnerên me yên cihî û hem jî li ser hesabên me yên welatan razîne.

CÎK: Cejna Remezanê pîroz be

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CîK) jî cejna Remezanê pîroz kir û xwest, piştgiriya mezlûman bê kirin. CÎK’ê bi bîr xist ku îro roja dawî ya rojiyê ye û xwest Misilman ji bo wezîfeya xwe ya esasî yanî misogerkirina edaletê bixebitin û peyama xwe wiha bi dawî kir: ”Em destê şefqetê bidin mezlûman”.

NAVENDA NÛÇEYAN