Vîrusa dijminê Kurd û gelan

KCK: Desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminatiyê li Kurdan, hêzên demokrasiyê û mirovahiyê dike. Li dijî vê vîrûsa dijminê gelan û Kurdan, divê gelên me xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşîna xwe, xwe ji vê belayê rizgar bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di çarçoveya rewşa vîrusa koronayê de careke din îşaret bi dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan, gelan û hêzên demokrasiyê kir û weha got:

“Dijminatiya faşîzma mêtinger qirker a li dijî Kurdan careke din hate dîtin. Di rewşekê de ku dinya û gelên Tirkiyeyê ketine derdê vîrûsa koronayê, desthilatariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo karibe li ser piyan bimîne êrişên xwe yên li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê didomîne. Derdê vê desthilatdariyê tenduristiya mirovahiyê nîne. Jixwe beriya du mehan vîrusa koronayê li Îranê hatibû tespîtkirin û hingî gotibû, ‘vîrûs li gel me nîne’ û tevdîr negirtibû. Meh û nîvek, du mehan vîrûsa korona bi rengekî hêsanî li Tirkiye û Kurdistanê geriya. Bi gotina ‘vîrûs li gel me nîne’ pesnê xwe da, bi vî rengî hewl da desthilatdariya xwe bidomîne û şerê taybet li dijî gelên Tirkiyeyê meşand. Bi derewan rastî veşartin. Di dawiyê de jî neçar man ku li xwe mikur bên, lê vîrûs li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye.

Mesele dijminatiya bi gelê Kurd re ye

Vê desthilatdariya faşîst di nava van du mehên dawî de hewl da çeteyên li Idlibê biparêze, leşker û çete şand Lîbyayê û şer lê meşand, her roj êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên hewayî li Qendîl, Zê û Xakurkê kir û got, ‘Me ewqas PKK’yî kuştin’. Korona Erdogan li şûna ku bi tenduristiya gelan re mijûl bibe, şer xistiye rojeva Tirkiyeyê.

Di demekê de ku vîrûsa Koronayê li her devera Tirkiyeyê belav bû û 10 roj in rojeva Tirkiyeyê têkoşîna li dijî nexweşiya şewbê ye, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din dest bi êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd kiriye. Vîrûsa Koronayê jî mîna hewldana darbeyê ya 16’ê Tîrmeha 2016’an weke ‘Xêra Xwedê’ dîtin û ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan bi kar tînin. Di rewşeke welê de ku gelê Kurd û şaredarî ji bo pêşîgirtina li vîrûsa koronayê bi hev re dixebitîn, hevşaredarên 8 şaredariyan hatin binçavkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Mirovahî hewl dide jiyana xwe biparêze, lê derdê vê desthilatdariyê dijminatiya li Kurdan e û bi mejiyê ‘Bila Kurd dayika xwe nebîne’ tevdigere. Ev desthilatdarî dijminê sax, mirî û nexweşên Kurdan e, lewma tiştekî din ji vê desthilatdariyê nayê hêvîkirin. Gel ji ber ku xwedî wijdan û exlaq e dibêje, em ne li benda vê bûn. Rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ev e. Matmayina li pêşberî kirinên vê desthilatdariyê tê wateya nasnekirina vê desthilatdariyê. Li cîhanê ti vîrûs bi qasî vê desthilatdariyê dijminê mirovahiyê nîne. Ji ber ku wijdan, mirovahî, exlaq bi vê desthilatdariyê re nîne. Ji xwe tiştekî din ji desthilatdariya faşîst nayê payîn.

Li dijî vê vîrusê xwe bi rêxistin bikin

Bi şewba vîrûsa Koronayê re efûya girtî û hikumxwaran û derxistina ji girtîgehan kete rojevê. Lê belê girtiyên siyasî ku piraniya wan ji ber nêrînên xwe yên siyasî û bêsedem bi biryara polîtîk hatin girtin, naxwazin berdin. Li gorî vê desthilatdariya faşîst ew dikarin ji ber nexweşiyê bimirin! Ji ber ku 90 ji sedî yê girtî û hikumxwarên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê Kurd in. Li gorî dijminên Kurdan bêguman divê ‘Kurd dayika xwe nebîne. Kurd bêyî ku dayika xwe bibîne divê bimire’.

Ev desthilatdarî ji bo gel vîrûsa herî metirsîdar e. Vîrûs di encama krîza ekolojîk de ya ku kapîtalîzmê afirand, derkete holê. Desthilatdariya AKP-MHPê dijminatiyê li Kurdan, hêzên demokrasiyê û mirovahiyê dike. Li dijî vê vîrûsa dijminê gelan û Kurdan, divê gelên me xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşîna xwe, xwe ji vê belayê rizgar bikin.”

ANF/BEHDÎNAN


Kampanyaya “Girtî û mehkûman berdin”

Malbatên girtiyan ji hikûmeta Tirk dixwazin hepsan vala bike. Federasyona Komeleya Hiqûqî û Piştevaniyê ya Medê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan (MED TUHAD-FED) li ser tehlûkeya vîrusa koronayê ya li ser hepsan kampanyayek dan destpêkirin. Malbatan bi kampanyayê ji Wezareta Dadê ya Tirk û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirk re daxwaznameyan dişînin. Di daxwaznameyan de ew dixwazin berdana bir şert û dema serbestiya bikontrol bêyî ku ti cihêtî bê kirin ji bo her sûcî weke hev be, girtiyên temenê wan di ser 60 salî re, ên bi nexweşiyên kronîk ketî û dayikên li gel zarokên xwe girtî û ducanî karibin li malê cezayê xwe bibihurînin. Wan xwest pênaseya qanûneke taybet a mîna “lîderê rêxistinê” neyê kirin, bêyî cihêtî bê kirin, qanûn ji bo her kesî were bicihanîn. Gotina wan axir, ‘’Em dixwazin girtî û cezaxwarî hemû werin berdan.’’

NAVENDA NÛÇEYAN