Wêjeya Kur(d)mancî û ‘Reş’bûn

Reş wekî (ne)rengekî, di hin zimanan de wateyek, di hinan de jî wateyeke dualî hildaye; û helbet ev yek li ser ruhê wan ê çandî qewimiye. ‘Reş’, bi taybetî di Kur(d)mancî de, wateyên rengîntir daye xwe. Gava Kur(d)manc; ji mirovekî aciz bûne, jê tirsiyane an jî xwestine nebaşiya wî bidin der; jê re gotine ‘reş(ik)ê şevê.’ Gava pir ji mirovekî hez kirine, navlêka ‘Reşo/Reşê’ lê kirine. Carinan wateya sivikî û jirêzêtiyê dane, bi biwêjî gotine, ‘kirin rêya reş.’ Carinan wateya kedê danê û gotine, ‘Heta destê te reş nebe tehma devê te xweş nabe’ û gelekên wekî van. Lê belê, bi taybetî di Kur(d)mancî de, awagotin û pênaseyeke wisa xurt, xweş û di cî de heye ku taybetiyên ‘jêbûn(î) (aîdbûn(î), sadetî, petîtî, jirêzêtî, xweşbûnî û dilxwaziyê’ di xwe de dihewîne û bi gotina ‘Kur(d)manciya reş’ digihîje wateya xwe.1 Û wateyeke hîmdartir û qewîntir heye ku ew jî di vê nivîsê de bûye mebesta me. Gotina ‘Kur(d)mancê reş’ ku bi du wateyên dijar (contrast) tê; 1) kesê jirêzê, 2) kesê ku hê li ser xwebûniya xwe ye, xwe ji xwebûniya xwe nekiriye; li ser şîrê ruh, çand û zimanê dayika xwe ye, kesê ku ew bi xwe ye…

Heke em wateya duyem li xwe bikin palpişt em dikarin bêjin; nexwe ‘reş’bûn di Kur(d)mancî de û li ba Kur(d)mancan tiştekî watedar, rûmetdar, bilind û li hafa jor e. Û ev bilindî ne ji bo kesan û deman e. Bilindî û hafa jorîn, ya ku em behs dikin; taybetiya diyarker ya çanda Kur(d)mancî ye ku li ser ‘reş’bûnê ava bûye. Û jixwe gava nivîskarî û wêjeya Kur(d)mancî dibe dabaş, ev bilindî û rûmetdarî rengekî ‘reştir’ dide xwe.

Ji ber ku qonax û serdema wêjeya klasîk xwedî rewş û destûdariyên taybetî xwe ye, em ê wê daynin hêlekê û bêjin, ji qonaxa Hawarê bi vir de ye, li bakur, bi taybetî ji sala 1980yî û şûnde, ‘reş’bûn her ku çûye di biwara nivîskariya wêjeyê de, li Kur(d)mancan bûye arîşeyek. Sedem? Ji ber ku pêkanînên mêtingeriyê yên asîmîleker û nebanker kiriye ku Kur(d)manc ji ‘reş’bûna xwe şerm bikin û tim berê xwe bidin zimanê mêtinger û bixwazin pê ‘sîs’ bibin.2

Loma jî, Hawar di vî warî de qonaxeke taybet û diyarker e. Ji ber ku, di Hawarê de zimanekî biyan, yê neteweya ku serdestî li Kurdan kiriye û dike, nehatiye bikaranîn. Ev yek, ne ji ber ku dijminê zimanên din in, naxêr, lê ji ber ku wekî helwêst û raman, Hawar bi hîm û egerên derçûna xwe ve, qonaxa yekem ya dij-mêtinger e û hemû kesên ku tê de nivîsîne jî bi heman raman û helwêstê rabûne. Li ser naveroka vê helwêstê, em ê biçin ba Ngûgî ku ji bo zimanên Afrîkiyan dipirse û dibêje, “Em ê çima nikaribin bi zimanên xwe abîdeyên wêjeyî biafirînin?” 3 Belê, Hawar bersiva ‘çima’ya pirsa Nigûgî ye ku ji bo zimanê Kur(d)mancî hatiye dayîn.

Herçî roja îroyîn e, pêkanînên asîmîleker bi mirazê xwe kiriye û em; Kur(d)mancên li bakur, di biwara nivîsînê de, ji hev bûne çar şax; 1) yên ku bi Kur(d)mancî dest pê dikin û bi pêdagirî her di şiverêya ‘reş’bûna xwe de dikudînin, 2) yên ku bi Kur(d)mancî dest pê dikin, lê li ber ‘şewqa Tirkî’ çavên wan didele û paşê bi Tirkî jî dinivîsin, 3) yên ku bi Tirkî dest pê dikin û ji bo ku ji ‘şewqa reşbûnê’ para xwe hildin, hema di nav re xwe li Kur(d)mancî radikişînin, 4) û yên ku xwestine bi temamî bibin ‘sîs’ û di çarçoveya gotina Valery de, ‘xwedayê çermê xwe’ guherandine.4

‘Reş’bûna wêjeya Kur(d)mancî di heman demê de nîşaneya zanava neteweyî ye ku dîsa ji Hawarê û bi vir de ye, rengê xwe dide wêjeya Kur(d)mancî ku bi demajoyê re, bi nasîna çandên dîtir, rengekî durehiyê jî dide nivîskarê wêjeya Kur(d)mancî ya ‘reş’ ku Félix Guattari vê rewşê wekî ‘demajoya ciyawazbûna nifşan’ bi nav û pênase dike. 5

Gava em ji qonaxa Hawarê didin ser rê, seriyek diçin nik Tîrêjê û ji wir hûrgeriyê di navbera salên 1990-2004an de, (bi taybetî her sê kovarên Rewşen) dikin, em xweşikî dibînin ku pênaseya Guattari, bi temamî rewş û derava wêjeya Kur(d)mancî dide der ku; êdî ‘nifşên Kur(d)mancan ji hev ciyawaz dibe.’

Û di vê ciyawazbûnê de, rengekî wek xwe, rengekî torin, rengekî xwedî vîn, rengekî xwedîçand, rengekî ku xwebûniyê li xwe dike hîm û esas û çêj û hilm û awayê xwe li wêjeya Kur(d)mancî dibexşîne, yanî rengê ‘reş’; dibe para me ya ‘xwebûniyê’.

Û em bi dilxweşiya vê ‘xwebûnî’yê pala xwe didin biwêjeke Kurmancî, ku peyvên ‘reş’, ‘mar’ û ‘marê reş’ tê de gihîştine hev û wateyeke taybet dane biwêje; û em dibêjin; ‘Marê reş li pişta nivîskarên wêjeya Kur(d)mancî yên ‘reş’!’6

1 Deng tê min ku gava hûn dixwînin, dibêjin, “ma ne em dibêjin, Kurmanciya gewr jî”. Helbet ew jî heye, lê wek wate ew di ‘gewr’ de yekreng e û pêdandî ye. Loma ne dabaş e bo nivîsa me.

2 Ez bi taybetî nabêjim ‘spî’ û dibêjim; ‘sîs’; ji ber ku rengê spî hevalbendê ‘reş’bûnê ye û wê watedartir û xuyanîtir dike.

3 Ngûgî Wa Thiong’o (2018) Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingeriyê, Weşanên Lîs, 41-42

4 P. Valery ziman wekî ‘Xwedayê ku di goşt de çûye xwarê’ pênase dike. (Raguhastin: F. Fanon, Siyah Deri Beyaz Maske, Versus, 12)

5 Raguhastin; Chambers, Ian (2014) Göç, Kültür, Kimlik, Ayrıntı Yayınları, 30

6 Marê reş li pişta te: Wate: Bila tu çavînî nebî. Bênezer! (Herêm; Serhed)