Welatê darbeyan û faşîzm

Hewldana darbeya yobazîzmê, ji aliyê darbekarên yobazîst ve hate berteref kirin,  diktatoriya bi xwîn dest  pê kir. Diktatoriya bi xwîn şerê li dijî  Kurdan gur û geş kiriye. Di hedefa diktaroriyê de Kurd hene, Raqa û Musil hene. 
Tirkiye welatê darbeyan e. Dagirkeriya Kibrisê darbeyek e. 12ê Îlona 1980’yî darbeyek e, di Hezîrana 93’an de darbeya Çîller çêbû… Şehîdkirina parlamenterên Kurd li Êlihê darbeyek e, girtina parlamenterên Kurd li parlamenê darbeyek e, komkujiyên Mereşê, Sêwasê darbe ne,  Roboskê, komkujiiya Xerza darbe ne…  Pirsus, Amed, Enqera darbe ne, hilbijartinên 7’ê Hezîranê, rakirina destnedana parlamenteran darbe ne… Şova Amedê, di 16’ê Mijadara 2013’an de, (Erdogan+ Mesud) darbeyek e, têkbirina Mutabaqata Dolmabahçe, xitimandina pêvejoya çareseriyê darbe ne… Tecrîd bi serê xwe darbe ye… 

Bajar dîrok in, nasname ne. Sur dîrok bû xerab kirin. Cizîr dîrok bû xerab kirin. Êrîşa li dijî bajarên Bakurê Kurdistanê,  bi serê xwe darbe ne. Dagirkirina Minbicê û xaka Sûriyeyê bi serê xwe darbe ne…

Kulliye darbe ye!… Sîwana kişûmat çeteyan e!…  Çete yobazîzm e, hişmendiyê, felsefê, kultur, şaristanî, azadî û pêşketinê red dikin.

Di sedsala navîn de, hişmendî li derveyî dêran pêşket, demokrasî û hişmendiya li Tirkiyê jî wê li derî Kulliyê pêşîbikeve… Azadî hişmendî ye, zanebûn e, têgihiştin e, fêm kirina dîrokê û biryara meşa gihiştina holka dîrokê ye. Kurd di wê hişmendiyê de ne û ber bi holka dîrokê dimeşin.

Amed dîrok e, Kurd li dijî dabekaran bedena xwe kirin mertal. 

Çalekiya greva birçîbûna 50 dilsozên Kurd, berxwedana dîrokî ya li zindana Amedê ye. Xeleka girêva birçîbûna dîlên azadiyê ye. Li hemberî darbeya tecrîdê berxwedan e. Strasbourg dîrok e, Kurd, ji 25ê Hezîrana 2012 û vir ve di nobeta “ji bo Ocalan azadî” de ne. Straborug dîrok e, Kurd, bi pêşengiya Meclîsa Civakî ya Êzdiyên Diaspora di greva birçîbûnê de ne. Êzdayî, zarokên Nuh in, xelatgirên agirê pîroz in û şêrgelên axa Ahuraî ne. 

Dagirkirina Şingalê darbe ye. 12 suwariyên azadiyê, Êzdayî şiyar kirin, kulîlk û gulbijêrkên Şingalê  vekirin, bi lîlelîle keç û xortên Êzdayî destanên azadiyê dilorînin. 

Dilojarê dewam dike, lê Êzdayî şiyar bûn. Şiyar bûn xwerêxistinî kirin û xwe diparêzin. Xweparastina Êzdahiyan meşa ber bi holka dîrokê ye. Şingal dîrok e, şiyarbûna di dîrokê de dagirtina valahiyên dîorkê ye û kêfxweşî ye… Têhnika  agirê pîroz û Xemlexana Şemisxanê, ji Şingalê dirêjî  bajarê dîrokî Starsbourgê bû. 

Paradigmeya Apo, tecrîdê parçe dike, li welat û derveyî welat, rûpelên salnameyên nû derdixe holê…

Hişmendiya mirov  berhemê mîrateyan e… Cûdatiya di navbera şaristaniyan jî, mîratê ye. Tirk qewmî mîrate ye, hişmendiya şaristaniyê, ligel wan tenê dewşirmetî û “sêva sor e”. Her lîderê Tirk, bi xeyalên vê mîrateyê li ser kursî rûdine…  Şerma şaristaniyê ye.

Tirk pesnê xwe bi dagirkirina Stembolê didin. Lê berî dagirkeriya Mehmet Siltan, bi 450 salî Selahadddînê Eyyubî li Stembolê mizgeft da çêkirin, xutbe da xwendin. (1130)

Tirk pesnê xwe bi kemalîzmê didin, lê yekemîn car Abdullah Ocalan bal kişande ser darbeyên di destpêka avakirina Komara Tirk. Mustafa Kemal  dema 19’ê Gulana 1919’an de çû Erziromê, ji aliyê Kazim Karabekir ve 24 saetan dibin çavan de hate girtin. Hingî şandeyeke Emerîka û şandeyeke Ingilîzan jî li Erziromê ne. Mustafa Kemal wek delegeyê Kurdan tevlî  Kongreya Erzirumê bû. Li Sêwasê jî delegeyê Kurdan bû. Kurd êdî ne li derî dîrokê ne. 

Tirk, ji dîroka sosyolojî û felsefê bê par hatine hiştin. Qewm-î zubuk!… Pirranî di dema REÎS de, sîwana Kulliya Serokkomariyê, ji bo zubukan  bes e… Bab-i Alî !… Lewma ji exlaqê insnanî û rêbazên birêziya li hemberî kultur, nasname û hişmendiyê ditirsin.
Tecrîd tirs e, tirsa ji fikr û felsefeya Ocalan e… Dixwaze gelê Kurd, ji çavkaniyan qut  dike.  

Desthilatdariyên Tirk, ji dema Ittihadiyan û heta îro yobaz in, inkarê dikin. Li hemberî her cûre hişmendiya azad, kîndarin. Tecrîd encama van  dabaşan e.

Kurd jî, li hemberî yobazîzmê, meşale pêxistine û wek ferhatan çiyayê yobazîzmê qul dikin. Kurd, wek Musa 40 sal in, di riya  ber bi azadiyê dimeşin û baş dizanin ku li aliyê din yê çiya, ronahiya azadiyê heye. Kurd li bendeyî kehanetê namînin, bi têkoşîn û berxwedanê  ber bi azadiyê dimeşin. 

Di xewn û xeyalê Kurdan de azadî heye, di xewn û xeyalê Kulliyê de îstîbdad heye. Cûdatî ev e.

Kulliye êdî ne qesrek tenê ye, faşîzma sedsalê ye… Faşîzmê ixracî derve jî  dike.  Di hedefa faşîzma qesrê de Kurd, kişumat Kurd hene. Iraq û Suriye heye.

Kurd heta îro li mîrateya Kawa derketin. Kawayên hemdem rûpelên salnameyên klîmatên herêmê guhertin, waqanivîsên paşa û padîşahan red kirin.  Êdî şer di çarçoveya îradeyek giştî û seferberî de ye. Faşîzm tenê bi îradeyek giştî û çalakiyên radîqal dikare têk biçe.