Wesayîtek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Gever û Xakûrkê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, wesayîtek jî hate rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê:
“25’ê Hezîranê hêzên gerîlla li dijî eskerên artêşa TC’ê yên li ser rêya li devera Dola Heyderan a navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sabotajê kirin. Wesayîteke dagirkeran a li ser rê di nava tevgerê de bû, bû hedefa hêzên gerîlla û wesayît hate rûxandin. 4 leşkerên di nava wesayîtê de hatin kuştin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakir. Tevgera dagirkeriyê hê jî didome. Hevalekî bi navê Brûsk Botan şehîd bû. Agahiyên nasnameya hevalê şehîd wê paşê bêne dayîn.
27’ê Hezîranê li Girê Şehîd Sefqan ê devera Ermûşê çalakiyek kirin û 2 esker hatin kuştin.
29’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkan ê girêdayî Xakûrkê çalakiyek hat kirin.
28’ê Hezîranê artêşa TC’ê gundê Minînê yê herêma Heftanînê bi obus û hewanan bombe kirin. Di encama topbaranê de agir bi malên gundiyan ket.
Me di daxuyaniya xwe ya 28’ê Hezîranê de ragihandibû ku 25’ê Hezîranê di şerê li devera Şeşdara de hevrê me Arîn Engîzek şehîd bûye, lê ew bi sax û silametî gihiştiye yekîneya xwe. ANF/BEHDÎNAN