Wîlly Brandt û çokdanîn

Dîdeban

Li kolana Unter den Linden (Li bin darên ixlemûran) a Berlînê ya navdar weqfa serokwezîrê kevin yê Elman Wîlly Brandt heye. Li ber camekanê tabloyeke mezin a Brandt ji dûr ve xwe dide nîşan. Ev dîmen wek îbreteke dîrokî ji bo kes û derdorên ku bi şaşiyên mêjûyî û sûcên li dijî mirovahiyê ve radibin, di hişê mirovan de ye.

Di tabloyê de Brandt li pêş abîdeyekê çok daye erdê û serê xwe berjêr kiriye, çavên wî li erdî dinêrin, destên xwe kemberdest kirine, bejna xwe tewandiye wek çinarekê xûz û xwarbûyî, wek peykereke bê ruh wisa sekiniye. Gava di vê gerstêrka sûcdar ango planeta xwîndar de ev dîmen lidardiketin dîrok 7’ê meha 12’an a sala 1970’yî dida nîşan. Cîhan tev de li hemberî vê dîmenê şaşwaz dima. Di literatûre siyasî ya Elman û ya dinê de jî navê wê lebatê wek Kniefall ango çokdanîn dihat pênasekirin. Helbet ev çokdayîn ne çokdayîneke ji rêzê bû. Baş e çi bûbû sedem ku Brandt nekarî ji bilî vê tevgerê bi ti awayekî din şewata hundirê xwe bide der? An jî sûcdariya kesên ji gel û zimanê xwe rûreş bike?

Gava mirov baş dêna xwe dide tabloyê tê xuyan ku ew der getoyeke Warşowayê ye. Serokwezîrê Elman serdana wî cihê ku mirovahî lê hatî qetilkirin dike, lehengên li dijî faşîzmê serî hildayîn bi bîr tîne. Li gel ku bi xwe jî temenê xwe li dijî têkoşîna faşîzmê derbas kiriye, dîsa jî wek serokwezîrê Elman diçe wê derê. Divê bi teşeyeke wisa bilebite ku ev hem ji bo Elmanan û hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê bibe derseke mayînde. Ji xwe piştî vê tevgerê Brandt bi xwe jî gotibû: Min ew şev heta sibê hizir kir û negihiştim encamekê, lê di wê kêliyê de ji bilî vê helwestê ti tiştek nedikarîbû bersiva wê barbariyê bida.

Helbet mezinahiya Brandt bi tenê bi wê dîmenê ve bi sinor nîne. Gava em bala xwe didinê wî hêj di temenê ciwan de dest bi xebata sosyalîstî û têkoşîna li dijî faşîzmê kiriye. Eger mirov zarokê dayîkeke sosyalîst be helbet dê encam jî wiha be. Wisa jî li welatên wek Norwec, Swêd û di salên şerê hundir ê Îspanyayê de jî em dibînin ku Wîlly Brandt her li qada têkoşînê ye. Salên desthilata Hîtlerî de ji hemwelatiya Elmanî tê avêtin. Piştî şer diqede cardin vedigere û tevli qada siyasetê dibe. Brandt di siyasetê de karên girîng dike; berê bibe serokwezîrê Elmanya wek şaredarê Berlînê jî kar dike. Di dilê wî de tim aştî û dansûstandina di navbera hêzên Rojhelat û Rojava de heye. Li dijî dîwarê Berlînê têdikoşe. Di sala 1971’ê de ji ber wan hewldan û keda wî hêjayî Xelata Nobelê tê dîtin. 

Brandt heta di encama nexweşîya pençeşêrê de di 8’ê Cotmeha 1992’an de koça dawiyê kir, wek serokê enternasyonala sosyalîst li xebata xwe berdewam dikir. 

Ev kolana navdar a me behsê kirî li navenda Berlînê li nêzî deriyê dîrokî Brandenburger Torê ye. Her kesê serdana Berlînê bike misoger di wê kolanê re derbas dibe û Wîlly Brand ê efsanewî jî dibîne. Dema mirov dêna xwe dide barbariya dewleta Tirk û rêveberên AKP ê ev kesayeta dîrokî tê bîra mirovî. Niha li pêş çavên cîhanê hinde riswa û rûreş in ku mirov dibêje, gelo bi rastî jî mirov in yan jî hin heyberên di şiklê mirovan de ne ango çav û hişên me têne xapandin. 

Dîsa jî li dewsa ku li xwe mikur werin, kumê xwe deynin ber xwe, bifikirin û riya eqil û zanînê hilbijêrin ew her li qîrqîra enteriyê, li çanda pêxwasiyê dewam dikin. 

Gelo wê dem hebe em kesayetekî wek Wîlly Brandt ji nav wan jî bibînin da ku li pêş abîdeyên jenosîda Ermen, Kurd û gelên din çok bide erdê û bêje: Mezinên min rûreşî kirîn, ez li ser navê wan lêborînê dixwazim!…