Xelkê me xwemalî dikirin

Rêxistina Gencanî Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan yên Tekoşer li Ranyayê bi armanca boykotkirina malên Tirkî desgeh danîn û belavok belavkirin.

Têkildarî vekirina desgehê endamê Rêxistina Gencanî Welatparêz Başûr Soran axivî û diyar kir ku armanca vekirina desgehê mezinkirina boykotkirina malên Tirkî ye. Soran wiha got; “Divê gelê me di vê mijarê de bihestyar be. Kirrîna her tiştekî Tirkî wê xizmetê ji aboriya dijmin re bike. Em pê gelek kêfxweş in ku xelkê me tiştên xwemalî dikirrin.”

 NAVENDA NÛÇEYAN