Xewna bavê min pêk hat

DÎCLE EHMED / ANHA /KOBANÊ

Keça fermandar Feysel Ebû Leyla der barê şehadeta bavê xwe û têkoşîna şervanên QSD´ê ya li dijî çeteyên DAIŞ´ê de peyivî. Leylayê kir ku ew bi şehadeta bavê xwe serbilind e û got, “Bi saya xwîna şehîdan, welatê min rizgar bû û xewna DAIŞ`ê bi dawî bû. Ez kêfxweşiya xwe ya ji ber bidawîbûna DAIŞ`ê, diyarî bavê xwe yê şehîd û tevahiya şehîdan dikim. Îro li ser axa me xewna şehîdan pêk tê û hevalên wan soza xwe anî cih û tola wan hildidin.”

Fermandarê serketî

Feysel Ebû Leyla (Feysel Sadûn) fermandarê tûgayên Şems El-Şemal bû, li rex YPJ û YPG`ê û şervanên Artêşa Şoreşgeran, Kobanê diparast. Ebû Leyla di gelek şerên li dijî DAIŞ`ê de mohra xwe danî, heta pêngava rizgarkirina Minbicê. Ebû Leyla di 5`ê Hezîrana 2016`an de piştî destpêkirina pêngavê bi çend rojan şehîd bû. Dema Ebû Leyla di nav kolanên Kobanê de şer dikir, nameyek ku tê de behsa sedema dûrketina wî ji malbatê û hilbijratina rêya têkoşîna eskerî dikir, ji keça xwe re dişîne.

Nameya Ebû Leyla

Nameya Ebû Leyla wiha ye: “Rêya me wisa ye. Ev erka me ye, ji bo paşeroja te û paşeroja zarokên mîna te, divê em biparêzin, bixebitin û şer bikin. Da ku hûn dema mezin bûn, çawa me ji bavên xwe re digot, we ji bo me nekir, ji min re nebêjin. Ez ji bo te û zarokên mîna te şer dikim. Zehmetî û tevahiya tiştên ku em dikin, ji bo paşeroja te û zarokên mîna te ye. Min pirr bêriya te kiriye. Yara min Leyla, tu yê bi bavê xwe çi sax be yan şehîd bibe, serbilind bî.

Bavê te Ebû Leyla ji Kobanê.”