YÊS hat ragihandin

Ez çûm dîwana Îlahî min li wir dîtin xweşî û şahî serê her tiştî tifaq û tebayî. Belê bi van gotinên pîroz, miletê Êzîdî xwe li hev dide hev û hêza xwe ava dike.

Di dîrokê de ferman, komkojî û qirkirin hatine ser civaka Êzîdî, sedem jî ew e ku vê civakê heta vê qonaxê yekîtiya xwe ranegihandiye.

Êzîdî dibêjin herçiqas ew dûrî warê xwe bin, wê dîsa rojekê li hêlîna xwe yanî li welatê rojê vegerin. Di 2´yê Sibata 2020´an bi durişma “Ji bo bidestxistina mafê Êzîdiyên li Sûriyê yekîtiya me hêza me ye” bi tevlîbûna bi dehan sazî, komel û dezgehên Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî, Kongreyaa Êzîdiyan a yekê ya şaxê Ewrûpayê hat li darxistin.

Sazî û dedzgeh û komeleyên beşdarî kongreyê bûn û piştgiriyê didine Yekîtiya Êzîdiyên Sûriye (YÊS) jî gelek bûn:

Mala Êzîdiyan a Kielê. Şaxê Hevbendiyê

Mala Êzîdiyan a Bonnê. Şaxê Hevbendiyê

Meclisa Êzîdiyan a Bilind li Elmanyayê

Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyê (HÊS)

Mala Êzîdiyên a Siegenê

Komela Kaniya Sipî

Rêxistina Ciwanên Êzîdî li Elmanyayê

Mala Êzîdiyan a Amûdê-Rojava

Mala Êzîdiyan aTirbespiyê-Rojava

Mala Êzîdiyan a Hesekê-Rojava

Mala Êzîdiyan a Serêkaniyê-Rojava

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê-Rojava

Yekîtiya jinên Êzîdî li Efrînê-Rojava

Wekî din jî gelek kesayetên serbixwe û oldarên Êzîdî jî piştgiriyê didin YÊS´ê û ew jî beşdarî kongreyê bûn.

Qederê 200 delegeyan li bajarê Elmanyayê Hildisheimê ji bo kongreyê amade bûn. Mêvanên beşdar ji pirraniya partî, sazî û dezgehên olî û rewşenbîrî peyamên xwe dan û ev bû dewlemendiyek. Hunermendê navdar Ciwan Haco jî bi telefonê beşdarî kongreyê bû û di peyama xwe de got, “Heta civaka Êzîdî yekîtiya xwe ranegihîne, ew ê her tim rastî ferman û qirkirinan bê. Êzîdî xwedî çandeke dewlemend in ku wan çand û zimanê me heta vê qonaxê aniye. Ji ber wê, ev yekîtî wê bibe destpêkeke dîrokî ji bo avakirina rêberiyeke nû di nav Êzîdiyan de.”

Li aliyê din Hunermendê bi eslê xwe Ermenî Birahîm Kêvo yê ji Rojavayê Kurdistanê ye, wek endamê rûmetê hat xelatkirin. Birahîm Kêvo di peyama xwe de got, “Min di ezmûna xwe de a hûnerî de gelek xelat wergirtine û tevlî gelek mihrîcanan li ser asta cîhanî bûme, lê xelata herî mezin ew e ku ez îro di nav we de me.”

Endamê KNK´ê Ehmed Aktaş jî got, „Gelê Êzîdî di dîroka xwe ya dewlemend de xwedî cihekî taybet e, lewma di dîrokê de gelek qirkirin û ferman hatine serê wan, sedem jî jê ew ku heta vê rojê yekîtiya xwe ava nekiriye.”

Dr Araiya jî ji kongreyê re axivî û got, “Di bin vê sîwanê de pêwîstiya civaka Êzîdî bi rêxistinkirinê heye, nexasim ji bo birêxistinkirina hêza jinê, ji ber di nav bîr û baweriya Êzîdiyan de jin xwedî cihekî girîng e.”

Piştî niqaşên berfereh û rexneyan, Kongreyê rêveberiyeke ji 25 kesan hilbijart. Di nava vê rêvebiriyê de lêvegerek olî ji 5 kesan hat ragihandin, û ev rêveberî wê di nava xwe de rêveberiyeke teng ji 9 kesan hilbijêre. Her wiha di rojên pêş de wê Komîteya Disîplînê û Komîteya Rewşenbîrî û ya Çavdêriyê ji were sazkirin.