YJA Starê eskerek kuşt

Bi çalakiyeke sekvaniyê ya gerîlayên YJA Starê ya li dijî leşkerên artêşa dagirker a TC’ê, leşkerekî Tİrk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan û êrişa hewayî de ev agahî dan:

‘’Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me yên YJA Starê 24’ê Adarê saet 14.40’î li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Partîzan bi cih bûbûn çalakiyeke suîkastê kirine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hat kuştin.’

22’yê Adarê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Gundê Filehan a herêma Zê bombe kirine. Di vê bombebaranê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.’’

ANF/BEHDÎNAN