YJŞ dewamkirina doza Bêrîvanan e

Fermandariya YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Şehîd Bêrîvan Şengalî di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û banga tevlîbûnê li nav refên YJŞ’ê li jinên Êzîdî kir. 

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî Şehîd Bêrîvan Şengalî (Dunya Seîd Hesen) a ku 22’ê Mijdara 2015’an şehîd bûbû, bi bîr anî û banga tevlîbûna nava refên YJŞ’ê li jinên Êzidî kir.

Daxuyanî li ser malpera Fermî ya YJŞ’ê hat weşandin. YJŞ got, “Dî dîrokê de her berxwedan û tekoşîn bi berdêlên buhagiran bi pêş ketiye û herî dawî bi serketî encam bûye. Bi berxwedanên bê hempa de yên ku li hemberî xiyanetên ku sazûmanên fermanan e, li Şengalê jî dîroka qehremantiyê li ser vê axa pîroz hatiye neqşandin."

Şehîd bûn xeta berxwedanê

YJŞ´ê îşaret bi helwêsta PDK´ê ya vekişîna rê li ber qirkirinê vekirî jî kir û got, "Bi vê fermanê re, di bin siwana parastina cewherî ya gelê Êzîdî de, gelek qehremanên ku ji bo tolrakirina eşan xwe bi çek xemilandin û di ve oxirê de gihiştin şehadetê, ji bo peyrewên xwe bûn xeta berxwedan û têkoşînê. Yek ji qehremanên me yên ku bûye nîşana têkoşîn û berxwedaniya li Şengalê jî, Şehît Bêrîvan Şengal e.

Hevrêya me Bêrîvan, dema li Şengalê, bi fermana 3’ê Tebaxê ya ku dengê qêrînên mirinê lê bilind dibû, li ser armanca tolgirtina êş û kelemên ku hatine jiyîn, di laşê xwe yê ciwan, bi dilê xwe ya mezin re xwe bi çek û rext xemiland û ji bo bibe perçeyekî têkoşîna azadiyê, sonda bûyîna bersiva qêrînên jinên Êzîdî da."

 

Soza tolhildanê

YJŞ´ê bi bîr xist ku Bêrîvan di 22 Mijdara 2015’an de gihişt şehadetê û got, "Di şexsê rêheval Bêrîvan de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soza tacîdarkirina têkoşîna wan bi serketinê, didin. Em wek jinên Êzîdî, di rêya Binevş û Bêrîvanan de soza tolhildanê dubare dikin û bi meşaleya azadiyê ya ku me ji şehîdên xwe dewir girtiye, hilgirin."

YJŞ xwe û misyona xwe weke dewamkirina doza Bêrîvanan bi nav kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Wek Jinên Êzîdî ku me li ser vê xetê xwe bi rêxistin kir em careke din nahêlin ku fermaneke din li ser vî gelî ferz bibe û em destûrê nadin ku jin li bazaran bên firotin.

Di salvegera şehadeta hevrê Bêrivan de, em wê bi rêz bi bîr tînîn û di serî de tevahî jinên Êzîdî, li hemû jinên Başûrê Kurdistan û yên Iraqê, banga tevlîbûna nav refên parastina xwe ya cewherî ya YJŞ’ê û mezinkirina têkoşînê dikin.” 

 ROJNEWS / ŞENGAL