YNK û PDK tenê jê razî ne

Li Başûrê Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hat. Tevî ku biryar bû ku di nava 72 saetan de encam were ragihandin, piştî 20 rojan eşkere bû.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê piştî 20 rojan encamên fermî yên hilbijartina Parlementoya Kurdistanê eşkere kir. Lê gelek aliyên siyasî ji encaman ne razî ne. Li gorî daneyên hatî ragihandin, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) zêdetirî 60 hezar dengên xwe kêm kiriye, lê 7 parlementeran li gorî dema bihurî zêde kiriye.

Li Başûrê Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hat. Tevî ku biryar bû ku di nava 72 saetan de encam were ragihandin, piştî 20 rojan eşkere bû.

PDK partiya yekemîn e
Li gor encamên fermî, PDK’ê 686 hezar û 70 deng bidest aniye û partiya yekem e, partiya duyem YNK’ê 319 hezar û 912 deng standiye. Partiya sêyem jî Tevgera Goran ne.
Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê encam wiha ne:
– PDK: 686 hezar û 70 deng – 45 kursî
– YNK: 319 hezar û 912 dengan – 21 kursî
– Tevgera Goran: 186 hezar 903 deng – 12 kursî
– Nifşê Nû: 127 hezar û 115 deng – 8 kursî
– Komela Îslamî ya Kurdistanê: 109 hezar û 494 deng – 7 kursî
– Koalîsyona Ber bi Îslah:79 hezar û 434 deng – 5 kursî
– Koalîsyona Serdem: 15 hezar û 581 deng – kursiyek
– Azadî: 8 û 063 deng – 1 kursî

Kursiyên pêkhateyan
– Partiya Geşepêdanam Tirkmanî : Bi 3 hezar û 218 deng – 2 kursî
– Partiya Çaksazî a Tirkmanî : 3 hezar û 125 deng – 1 kursî
– Azadî: 885 deng- 1 kursî
– Partiya Bereya Tirkmenî: 1 hezar û 584 deng – 1 kursî
– Partiya Bruskey Tirkmanî: 862 deng
-Hawpeymaniya Yekêtiya Neteweyî: 8 hezar 088 deng – 3 kursî
–  Alimclis Alşebî : 2 hezar û 963 deng – 1 kursî
– Alrafdîn: 2 hezar 626 deng – 1 kursî
– Listeya Demokrata Mesihî: 238 deng
– Encûmena Gel a Keldanî-Sûryanî – 1 kursî

Helwesta partiyan
Tevgera Nifşê Nû, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê encama hilbijartina Herêma Kurdistanê qebûl kirin. Hevpeymana ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê jî eşkere kir ku dema ji sedê 57’ê dengan hate eşkere kirin kursiyek bi destxistîbûn, lê piştî ku hemû encam hatin eşkere kirin ew kursî dane aliyek din.

Nifşê Nû: Desthilatdariya 27 salan a du partiyan
Tevgera Nifşê Nû bi daxuyaniyeke nerazîbûna xwe da xuyakirin. Di daxuyaniyekê de got: “Em vê encamê weke encama desthilatdariya 27 salan a du partiyan a ji bo heqaret û biçûkxistina dengên rasteqîn ên welatiyan dibînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku li dijî vê rewşa PDK’ê û YNK’ê afirandî bibîn xwedî goterekî siyasî.”

Encûmena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî ji encaman ne razî ye û got: “Em ê hemû rêyên yasayî ji bo redkirinê bi kar bînin.”
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinê ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Hawjîn Omer got, pêvajoya ragihandina encaman prosedor û yasaya xwe temam nekirîbû.

Tevgera Goran tiştek negot
Hevpeymana ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê jî got, li gorî encamên ne fermî wan parlementerek bi dest xistibûn lê piştî bi fermî encam kifş bû, ew kursî jî dane partiyek din.
Heta niha Tevgera Goran helwesta xwe li ser encama hilbijartinê eşkere nekiriye, lê Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm di daxuyaniya ji bo RojNewsê de eşkere kir ku wê li ser biryara erêkirin yan redkirina encaman bicivin û biryara xwe eşkere bikin.

PDK’ê dengên xwe kêm kir
Li gorî hilbijartina borî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) zêdeyî 60 hezar dengên xwe kêm kir, lê ji 38 parlamenteran hejmara parlamenterên wê bû 45 kursî.

Niha partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji derveyî PDK û YNK’ê 21 kursî bi dest xistine û 3 kursî zêde kirine, ji ber encamên hilbijartinê bi fikarin û ji nerazîne.n HEWLÊR