YPS’ê li 3 bajaran çalakî pêk anî

Endamên Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz a YPS’ê li dijî hevkarên desthilatdariya AKP-MHP’ê li Şirnex, Riha û Aydinê çalakî pêk anîn.

YPS’ê di çarçoveya ”Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxur-hevkaran” li Şirnex, Riha û Aydinê çalakî pêk anîn.

Di daxuyaniya YPS’ê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

”21’ê Gulanê danê nîvro li taxa Cûmhûriyetê ya Şirnexê li dijî marketa Şok a hevkarê desthilatdariyê û nokerê bi navê Selahattîn Kiliç ê hevkarî bi dewleta Tirk a dagirker re kir, bi bombeyan çalakî hate kirin.

Şeva 20’ê Gulanê endamên yekîneya me li navçeya Efeler a Aydinê li taxa Ramazan Paşa li dijî kargeheke faşîstên AKP’ê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de kargeha faşîstên AKP’ê bi temamî îmha bû.

19’ê Gulanê danê nîvro endamên yekîneya me li dijî şewitandina zeviyên genim ên li Rojava, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê zeviyên genim ên TÎGEM’ê (Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê) ya dewleta Tirk şewitandin ku TÎGEM ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hatibû vekirin. Zeviyên genim, kulûbeyên zeviyan û stargehên wan ên TÎGEM’ê ku pere dixe qaseya şer a dewleta Tirk hatin şewitandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN