Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-

Têgiha ‘yê/a xwe bûn…’ê, digel ku serê pêşîn wateya xwedîbûneke wek milk di hişê mirov de çêdike û neyîniyekê saz dike jî, di çarçoveyeke dîtir de, bala mirov dibe ser wateyeke cihê. Ew wate, ne têkildarî xwedîbûneke derveyîn e, berevajiya wê, peywendiyeke xwe a hundirîn heye ku bi heyînan re datînin. Wekî mînak;  peywendiyên li ser hezkirinê, hewandinê, ruhî û bi taybetî peywendiya ku dayik di zikê xwe de bi zarokan re datînin, peywendiyeke hundirîn e. Loma jî, em cara pêşî ji dayika xwe gotina ‘berxa/ê dayika xwe’ dibihîsin. Ev xwedîbûn, xwedîbûna yekem e û a biçûk e; bi temamî xwedîbûneke wisan e ku kana wê digihîje têkiliya hundirîn. Û em hemû, serê pêşîn dibin ‘ê/a dayika xwe’…

Digel vê jî, têkiliya hundirîn a bi xwe re, têgiha, ‘jêbûn (aîdiyet)’ê diafirîne. Û têgiha ‘jêbûn’ê jî, hem ji alî derveyîn hem jî ji alî hundirîn ve têkildariyekê saz dike; û ev têkilî, li gorî reng û dirûvê peywendiya ku em datînin, an bandoreke neyînî an jî bandoreke erênî li hundirê me dike.

Herçî ziman e, serê pêşîn ê dayikê ye. Çendî ku dayik di zikê xwe de zimên bi me dide hisandin û em dibin nasyarê rengedengên zimên jî, heta ku em ji dayika xwe re dibin û ji bo jiyan û dinyayê dibin heyîneke dîtir û xweser, ew ziman ê dayikê ye. Loma jî, heta ku em di zikê diya xwe de bin, em bo dayikê, parçeyek jê ne. Lê piştî em çav li rojê vedikin, êdî em bo dayikê heyîneke dîtir in; heyînek “ê/a xwe”. Û piştî ku em dest bi hînbûna zimên dikin, hêdî hêdî zimanê dayikê dibe, zimanekî, “ê me”; û em êdî ji bo dayikê heyînek derveyîn in ku peywendiyeke xurt a bi têkiliya hundirîn re daniye û bo wê dibin, “berxa/ê dayika xwe.”

Di vê qonaxê de, demajoyek dest pê dike ku têkiliya me a bi zimên re rengê “ê/a xwe bûn” ê diyar dike. Em bi axaftin û nivîsînê têkilî bi zimên re datînin û bi qasî ku têkiliya xwe a hundirîn pê re xurt dikin, ew qasî jî zimên dikin “ê xwe.” Çendî ku bandorên derveyîn –yanî zimanê din- li ser me çêdibe jî, neyînî û erênîbûna wê bandorê li gorî peywendiya me a ku me bi zimên re daniye, diguhere. Û em vê peywendiyê çi qas xurt daynin, em ew qasî nêzî “dayika mezin”* dibin û bi her gava nêzikbûnê re jî dibin “berxa/ê wê.”

Ev peywendî, di warê netewebûnê de, bi xwe re yekbûneke fikrî, dilînî û giyanî ava dike. Loma jî, A. Smith dibêje, “Di hestpêkirina netewebûnê de, hestê sereke ‘jêbûn’ e ku bi milyonan mirov çendî ku hev nas nakin jî, xwe ‘ji hev’ hîs dikin û pê re jî li ser gelek hêmanan dibin yek.”** Helbet sedema ku Smith behs jê dike bandora hundirîn e û kana wê jî ji milyonan dayikên biçûk digihîje dayika mezin. Çendî ku wek sembol, rîtûel û rojên pîrozkirinê bibin sedemên derve û bandoreke erênî li ser vî hestê sereke bikin jî, dawiya dawî bandora hundirîn vî hestê ‘jixwebûn’ê û ‘yêxwebûn’ê ava dike.

Îcar, ger ez bêm ser mebesta xwe a esasî, ez ê karibim bêjim, sed korayî, em Kurd, ji gelek aliyan ve, peywendiya xwe a hundirîn a bi zimên re li ser xeteke ne rast datînin. Loma jî, çendî ku em bi wî zimanî biaxivin û binivîsin jî, tim rengên “nejê” tê de dihewin û ev rengên “ne jê û ne resen” dibin sedem ku geşî û birqonekiya rengê zimanê me jî nede der. Ez ê du alî wekî mînak bêjim;

Aliyê yekem; afirandina peyvên ku ne ji ruh û kakilê zimên e; yanî ji têkiliya hundirîn a zikê dayikê dûr in. Ne parçeyekî “jê” ne. Mîna ku tu parçeyekî ji der de bînî û di zik û malzaroka dayikê de bi cî û montaj bikî, xuya dikin û rengê wan ne tu reng e. Mînak; peyva “nîqaş”. Ji koka “nqş” ya erebî hatiye dariştin. Û tîpên dengdêr (bideng) ên “î-a” di navbera tîpên dengdar (bêdeng) ên “nqş” de hatine bicîkirin. Tevî ku em dizanin wek nêzberginda vê peyvê ên resen, peyvên “gengeşe-heftûheşt-danberhev-lec kirin-avêtin ber hev-devjenî û hwd.” hene. Her wiha, peyva “metirsî” jî wekî nîvmontaj e ku li ser peyva “tirs”ê ya Kurdî qaydeya erebî hatiye pêkanîn. Û bûye “me+tirs+î”. Di Kurdî de pêşgireke wekî “me” tune. Çendî ku em dizanin wek nêzberginda vê peyvê, peyvên wekî, “endîşe, şayîş, qilqal, bertirsî” hene jî. Û em dikarin bêjin; ev her du qayde jî di Kurdî de tune ne, ji têkiliyeke derveyîn û ji bandoreke neyînî pêk hatiye û têgiha “a/ê xwe bûn”ê kêm û derbxwarî maye.

Aliyê duyem; ji berê ve, di nav nivîskar û axiverên Kurdan de, heftûheşteke li ser zimanê herêman û devokan heye û hê jî hev dibin û tînin. Çendî ku em, kesên di vê gengeşeyê de cî dayî xwe, ji aliyê têgiha “zimanekî, ê xwe” ve têra xwe hene, gihîştî û pijiyayî ne jî, ji ber ku têkiliya me ya hundirîn ya bi zimên re nebûye sedema geşedan û berfirehbûna peywendiyên erênî, em tim bi vê têkiliyê dimînin. Loma jî, em wêneyê mezin, ku bi giştî wêneyê “dayika mezin” e, nabînin.

Û digel aliyên din, ev her du alî jî dikevin bin xizmeta kolonyalîstan û xebata dekolonîzasyona ku di zimên de jî tiştekî bivênevê ye, kêm û berbendkirî dimîne.

Loma jî, em hê jî xweşikî hay jê nîn in ku; her yek ji me dayikek me heye û em “berxa/ê dayika xwe ne” lê belê dayikeke me ya mezin heye bi navê ziman ku em hemû digel dayikên xwe “berxên dayika xwe ne.”

* Dayika mezin: di biwara zimên de, ‘zimanê Kurdî’ ye ku di vê nivîsarê de, wek war-dayikeke hemû Kurdan tê qebûlkirin.

** Smith, A. D. (1994), Millî Kimlik, (Birinci basım), İletişim Yayınları, 115.